Seçim startını verdik: Hilvan’da bizim olanı yine alacağız

2 Haziran'da Hilvan’da yenilenecek olan seçim için kampanya startı Parti Sözcümüz Ayşegül Doğan, milletvekillerimiz ve belediye eş başkan adaylarımızın katılımıyla yapılan halk buluşmasıyla verildi. Burada bir konuşma yapan Doğan, şunları söyledi: 

Hêlwan bi ser ketiye, Hêlwan ya DEMê ye, DEM ya Hêlwanê ye

Merheba Hêlwan, merheba Curnê Reş, merheba dayikên hêja û ezîz, merheba xwişk û birayên qedirbilind, merheba gelê Hêlwanê, hûn hemû li ser seran, li ser çavan, bi xêr û silamet hatine. Keç û xortên bicoş dibînim, dayikên fedakar li vê derê ne. Xwişkên ezîz, hevalên hêja Hêlwan biryara xwe daye, Hêlwan bi ser ketiye, Hêlwan ya DEMê ye, DEM ya Hêlwanê ye. Biryara we, keda we bi salan e heye, ji dîrokê heta niha tê. Li Hêlwan,, li Curnê Reşê pîroz be. Bila tu kes fikaran neke. Hezar carî pîroz be. 

Ew yên xerakirinê ne, em yên avakirinê ne

Dema min ji Enqereyê li Hêlwanê nihêrt fikarên min hebûn. Fikarên me çima hebûn? Ji ber ku lîstokên wan naqedin. Hûn jî baş dizanin. Karê wan lîstok e. Karê wan derxistina pevçûnê ye. Ew yên xerakirinê ne, em yên avakirinê ne, em yên çêkirinê ne. Fikar, guman, şuphe ji bo gelê Hêlwanê jixwe tunebû îro qet nema. Di 2yê Hezîranê de em ê bi dengekî bilind bibêjin em careke din bi ser ketin. Hêlwan ya DEMê ye, DEM ya Hêlwanê ye. 

Em dibêjin bila tu kes ne serdest be em jî ne bindest bin

Aliyekî me Girê Mirazan e Gobeklitepe ye, aliyekî din ê Hêlwanê Nevala Çorî ye, aliyekî din Karahantepe ye jê re dibêjin Girê Keçel. Em xwedî li dîroka xwe derdikevin. Em xwedî li mîrasa xwe derdikevin. Lewma hilbijartina Hêlwanê ne hilbijartina şarederiyê ye. Şaredarî ji bo me Kurdan, ji bo gelên ku li heman erdnîgariyê dijîn, ji bo me hemûyan tê wateyeke mezin. Me ji bo van şaredariyan berdêlên mezin dane. Tirkiyeyê cara yekemîn kiryarên qeyûman li ser vê axê û li vê heremê ditîn. Li Hîlvanê beriya niha 45 salan dîsa di meha Gulanê de, di 6ê Gulana 1979an de cara yekem qeyûm avêtin vê derê li şûna Nadîr Temel. Xwedîderketina me ya vê mîrasê ne tiştekî hindik e. Lewma em çi dikin bikin lê bi rêyeke çêker bi xweşî em dikin. Cudahiya me û wan ev e. Em çi dikin bi xweşî dikin, bi rê û rêbazên çêker dikin. Em tedayî li tu kesî nakin. Em dibêjin bila tu kes ne serdest be em jî bila ne bindest bin. 

Di şaredariyên me de jî Jin Jiyan Azadî heye, hevserokatî heye

Gelê Hêlwanê, gelê Curnê Reş dema ku şaredarî bibe şarediya DEMê jixwe ya DEMê ye, bi hikmê zorê şeva 31ê Adarê wan pevçûn û şer derxist. Kê sindoq şewitandin her kes baş dizane, wan şewitand. Kê zêde deng stend, me stend, we stend. Ew dengên ku we stendine xwêdana eniya we ye, xwêdana pişta we ye. Divê hun li dengê xwe û îradeya xwe xwedî derkevin. 2ê Hezîranê me 521 deng zêde derxist. Ne wisa? Em ê niha çi bikin? Ev têra me nake, 521 deng têra me nake. Em ê zêde bikin. Em sozekî bidin hevdu, em peymanekê çêkin bi hev re. Em ê piştî îro yek bi yek, mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, derî bi derî bigerin. Em ê ferqa xwe ya şaredariyê ji gelê Hêlwanê re bibêjin. Em ê bibêjin dema ku şaredariya Hêlwanê bibe ya Partiya DEMê weke dengê wan hevalên hêja, xortên delal dibêje ji bo jinên birûmet wê gelek tişt bihuherin. Ji bo ku em jiyanê parve dikin. Di şaredariyên me de jî Jin Jiyan Azadî heye, hevserokatî heye. Em ê ferqê nexin neqeba tu kesî. Ji bo partiya me, ji bo dîroka me wekhevî esas e. Em dibêjin divê her kes wekhev be. Her kes divê bi xemla xwe bijî. Xemla mirovekî çi ye? Nasname ye, ziman e, civak e, ol e, bîr e, bawerî ye. Em ferq naxin navbera tu kesî. 

Dengê Jin Jiyan Azadiyê li Hêlwanê hîn xweştir e

Çima dengê Jin Jiyan Azadiyê li Hêlwanê hîn xweştir e? Ji ber ku cara ewil 3 hevalên jin Emîne, Saadet û Duriye me ji Hêlwanê kir endamên meclisa şaredariyê. Ne hewce ye ku em zêde tiştan ji hev re bibêjin. Divê tu kes xem û fikaran neke. Em dizanin ku DEM Partî li Hêlwanê bi ser ket. Di 31ê Adarê de jî me dizanibû îro 7ê Gulanê ye em dizanin. Di 2yê Hezîranê de jî dê encam wiha be. Em li xwe û li dîroka xwe xwedî derdikevin. Em tiştekî din jî dikin, em exlaq nîşanê wan dikin. Exlaq û edeba siyasî divê çawa be, pêşbirk divê çawa be em nîşanî wan didin. Nebêjin çavê kesî li ser me nîne welleh çavê hemû kesî li ser Hêlwanê ye. Dinêrin bê ka heq û hiqûq dê çawa bi ser bikeve. Ev der bajarê Girê Mirazan e. Zimanê min çû ser Çiyayê Mirazan e, Çiyayê Mirazan li Botanê ye, ez jî Botî me. Çiyayê Cûdî jî Çiyayê Mirazan e. Ez bi wê germahiyê dibêjim, ez biryara we ji niha de pîroz dikim. Serkeftina we pîroz û bimbarek be. DEM ji Hêlwanê re Hêlwan ji DEMê re pîroz be. 

Hûn bixwazin em ji xizmeta we re amade ne

Daxwazeke me ya din jî heye, hûn li vir kolan bi kolan tax bi tax bigerin herin bibêjin ka em ê xizmeteke çawa bikin, em ê şarederiyeke çawa bi rê ve bibin. Çawa zilmê li me dikin çawa ku bi darê zorê şarederiya me ji me stendin em ji gel re bibêjin. Lijneya Hilbijartina vir jî ya Enqereyê jî alîkariya wan kir. YSKê jî alîkariya wan kir. Em dibêjin dengek, rayek dikare gelek lîstokên wan vala derxe. Îradeya gelê Hêlwanê ji wan mezintir e, dikare encamê diyar bike. Piştî ku we xebatên xwe kir, telefonê vekin ew kesên ku dengê wan li vir in lê bixwe ne li vir in. Bila werin xwedî li xwe, li dengê xwe derkevin. Hûn vê bikin em ê jî bi hemû sazî û rêxistinên partiyê bingeha hatin û çûyina van însanan bikin. Em di bin fermana we de ne, hûn bixwazin em ê bikin. 

Siyaset anlayışımız da belediyecilik anlayışımız da daha demokratik bir toplum içindir

Kazandık, zaten bir daha kazanacağız. Huzurlarınızdan ayrılmadan, bizi dinleyen ama anadilimizi anlamayanlar için de birkaç cümle Türkçe konuşayım. Ne dedik? Bizim bir farkımız var dedik. Ne dedik? Farklı bir belediyecilik anlayışı, farklı bir toplum tahayyül ediyoruz. Farklı bir ülke hayali için bu kadar bedel ödedik. Ama kimse buradan cımbızlamasın; “DEM Parti Sözcüsü farklı bir ülke hayali dedi” demesin. Daha demokratik, daha adil bir ülke için mücadele ediyoruz. Bir arada eşit, onurlu ve barış içinde bir yaşamın mücadelesini veriyoruz. Bizim siyaset anlayışımız da belediyecilik anlayışımız da demokratik bir toplum içindir.

Hilvan’ı zaten DEM kazandı; bizim olanı yeniden alacağız

Biz farklılıkları ayrıştıran, uzaklaştıran, mesafe koyan değil yaklaştıran, bir arada yaşamı kolaylaştıran bir hayat tasavvuru için bu kadar bedel ödedik. Şimdi Hilvan’dayız. Yalnızca Türkiye’nin değil bütün dünyanın gözünün içine soka soka Şırnak’ta, Bitlis’te, Kars’ta nasıl ki haksızlıkla, usulsüzlükle, kanunsuzlukla, adeta haydutlukla bizim irademiz gasp edilmeye çalışıldıysa, aynı şey Hilvan’da da yapılmaya çalışıldı.

Hilvan’ın iradesine gölge düşürmeyin, başka ihsan istemez

Hilvan’ı zaten DEM kazandı. Kadınların, genç yaşlı demeden Hilvan halkının en az 45 yıllık deneyimi, tarihi ve tecrübesi sayesinde zaten biz 31 Mart’ta Hilvan’ı kazandık, 2 Haziran’da da tekrar kazanacağız. Ama buradan diğer siyasi partilere de seslenmek istiyorum. Rekabet eşit koşullarda olur, rekabet adil olur. Eğer bir rekabete anti-demokratik yöntemlerle, usulsüzlükle, kanunsuzlukla müdahale ediliyorsa bunun karşısında direnmek yalnızca DEM Parti’ye düşmez. Bütün siyasi partiler, bütün muhalefet partileri bundan sorumludur. Yoksa kendilerine muhalefet partisi demesinler. Hilvan’da 2 Haziran’da yapılacak seçimler, yalnızca DEM Parti’ye yapılan zulme karşı koyan DEM Partilileri mi ilgilendirir Sevgili Hilvanlılar? Yalnızca sizi mi ilgilendirir? Bütün Hilvanlıları ilgilendirmez mi? O halde buradan diğer muhalefet partilerine de sesleniyorum. Hilvan’ın iradesine gölge düşmesin, gölge etmeyin. Biz sizden başka hiçbir şey istemiyoruz. Yeter ki gölge etmeyin Hilvan iradesinin üstüne.

DEM gelecek Hilvan’da devran dönecek

Bir yanımız Göbeklitepe, bir yanımız Nevala Çorî, bir yanımız da Karahantepe. Tam buradan konuşuyoruz. Biz aslında yalnızca belediye seçimi olarak yaklaşmıyoruz. Çünkü çürümüşlüğe, yozlaşmaya, ayrıştırmaya, uzaklaştırmaya karşı demokratik, toplumcu, ekolojik, kadın özgürlükçü bir belediyecilik anlayışımız var. Hilvan da buna çok yakışacak, buna eminiz. Bu olacak zaten. Ama bu kadim topraklar aynı zamanda çok bereketli. Bereketini bir yanıyla da nereden alıyor? Fırat’tan alıyor. Fırat yalnızca bir nehir değil, bin yıldır adalet dağıtıyor bu topraklara. Bin yıldır bunun mirasçısı olan bizler bağları güçlendiriyoruz. Eminim Hilvanlılar bir kez daha bunu gösterecektir. DEM Gelecek Hilvan’da Devran Dönecek. Hayırlı uğurlu olsun. 

Wa hûn hatin vê meydanê we meydan geş kir, we agirê berxwedanê geş kir weke ku di strana me ya hilbijartinê de dibêje. Hûn cardin li ser seran li ser çavan hatin. Rêya me rêya we vekirî be. DEM ya Hêlwanê Hêlwan ya DEMê ye. Serkeftî be. Pîroz û bimbarek be. Mala we ava be. 

7 Mayıs 2024