
Daxuyaniya Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê Tayip Temel:
Roja 3yê Gulanê bi biryara Neteweyên Yekbûyî di sala 1993yan de weke "Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî" hat qebûlkirin. Lê belê ev roj li Tirkiyeyê ji pîrozbahiyê dûr e. Zext û sansur, binçavkirin û girtinên keyfî, îşkence û qetilkirin li ser pîşeya rojnamegeriyê tehdîd e û derbeyeke giran li mafê nûçe wergirtinê yê gel dixe. Rojnamegerên ku rastiyê tînin ziman û hewl didin bibin dengê gel, yan tên bêdengkirin yan jî tên krîmînalîzekirin. Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di warê zext û êrişên li ser rojnamegeran de îsal di nava 180 welatan de daketiye rêza 159an.
Li Tirkiyeyê bi salan e rojnameger bi taybetî jî rojnamegerên mûxalîf û kurd tên bêdengkirin. Îro hîna jî bi dehan rojnameger di girtîgehan de ne. Carinan rasterast mafê jiyanê yê rojnamegeran tê hedefgirtin. Di 5 salên dawî de 15 rojnamevan di êrişên leşkerî yên li ser Herêma Kurdistanê û Rojava de hatine kuştin. Ev rojnameger ji ber ku sûcên şer, mirina sivîlan, kuştina jinan, koçberiya bi darê zorê, wêrankirin û rastiyên sansurê belge kirin, hatin hedefgirtin.
Li gel van hemû êrişan jî kevneşopiya çapemeniya azad û rojnamegerên ku mîrasgirên vê kevneşopiyê ne, ji ragihandina rastiyan re xwe paşde negirtine û kamera û mîkrofonên xwe ji bo azadî û demokrasiyê bi kar tînin. Weke Partiya DEMê em rojnamegerên ku di avakirina aştî û civaka demokratîk de erka xwe bi layiqî pêk tînin silav dikin. Em di serî de Metîn Goktepe, Gurbetellî Ersoz, Hrant Dînk, Apê Musa, Nagehan Akarsel, Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û hemû şehîdên çapemeniya azad bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî li xebatkarên çapemeniya azad ên ku li pey heqîqetê dimeşin û bi her awayî mafê gel ê nûçe wergirtinê diparêzin pîroz be!
Tayîp Temel
Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsê Komîsyona Çapemeniyê
3 Gulan 2025