Bafil Talabanî: Di dema herî zû de têm xizmeta heval Apo

Peyama Serokê YNKê Bafil Talabanî ya Newrozê: 

Silav Kurd û Kurdistan! Silav hevalên ezîz! Silav ew zarokên xweşik ku li wir westane! Silav heval Abdullah Ocalan! Silav Serok! Cejna we ya Newrozê pîroz be! Înşela hûn her di cejnê de bin!

Di vê dema hesas û giring de, yekrêzî em in, yekrêzî hemû Kurd in, yekrêzî her çar parçeyên Kurdistanê ye. Silaveke taybet û rêzeke taybet ji bo wan hemû aliyan ku beşdar bûne di wê pêvajoya aştiyê de ku cenabê heval Abdullah Ocalan dest pê kir. Înşela di dema herî zû de têm xizmeta heval Apo. Înşela em bernameyê bi yekîtî temam bikin. Înşela em di dema herî zû de azadiyê bibînin.

Hûn hemû dizanin Yekêtî Niştîmanî Kurdistan her ji bo we bûye. Ez li vê derê sozê didim we ku ew dê her ji bo we be, her ji bo we xebatê bike û hûn hemû li ser ser û çavên me ne. Hûn dizanin tebîetekî min heye; ez tiştekî bibêjim, wê bi cih tînim. Li vê derê ez soz didim we hemûyan; hûn saleke din min bi vîdyoyê nabînin, ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn, cejna we pîroz be, li ser ser û çavên min!

Bafil Talabanî

Serokê YNKê

21 Adar 2026