Bakirhan: Bi temambûna vekişînê re, rûpeleke nû vebûye; êdî dem hatiye ku em bi gavên qanûnî û siyasî aştiya civakî bi dest bixin

Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, li Enqereyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbarê vekişîna PKKê de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Bakirhan di axaftina xwe de wisa got:

Daxuyaniya PKKê deriyê qonaxeke nû vedike, ihtimala çareserî û aştiyê xurt dike

Wekî we jî şopand duh pêşketineke dîrokî pêk hat. Bêguman, em di şevekê de negihîştin vê asta giring. Di 1ê Cotmeha 2024an de, Birêz Bahçelî di bin banê Parlamentoyê de destê xwe dirêj kir. Piştre di 27ê Sibatê de dengê ku ji Îmraliyê bilind bû rêça şerê zêdetirî çil salî guherand. Birêz Abdullah Ocalan bang li PKKê kir û got çekên xwe deyne û xwe fesih bike, ew ne tenê bangek bû; ew werçerxek bû ku di bîra dîrokê de hat kolan. Di 5 û 7ê Gulanê de, PKKê kongreya xwe li dar xist û biryara fesihkirina xwe ragihand. Di 11ê Tîrmehê de, çek hatin şewitandin. Dema ku agirê çekan ber bi asîmanan ve bilind bû, hat ragihandin ku "Bila êdî siyaset biaxive." Di 1ê Cotmeha 2025an de, Serok Erdogan di Parlamentoyê de serdana Partiya me kir û vê helwestê baweriya îradeya aştiyê nû kir. Û di dawiyê de, di 26ê Cotmehê de yanî duh, em bûn şahidê yek ji gavên herî krîtîk û giring. PKKê ragihand ku ew hemû hêzên xwe vedikişîne. Bi vê helwestê PKKê israra xwe ya li ser çareserî û aştiyê ji raya giştî ya cîhanê re careke din diyar kir. Ev biryar deriyê qonaxeke nû vedike, ihtimala çareserî û aştiyê xurt dike.

Dem ne dema dubarekirina êşên berê ye, dem dema avakirina hêviyên pêşerojê ye

Ev biryara vekişînê îfadeya herî berbiçav a biryardariya li ser rêya aştiyê û çareseriyeke demokratîk û siyasî ye. Banga herî xurt ji bo serdemeke nû û giyanekî nû ye. Biryara duh ne tenê paşvekişandinek e, gaveke bihêz ber bi siberojeke demokratîk ve ye. Ev gav di heman demê de gaveke ber bi serketina sedsala bê ye. Sedsala bîstan li van axan sedsala şer, êş, windahî û hêstiran bû. Divê sedsala bîst û yekem bibe sedsala aştî, xwişk-biratî, wekhevî, pêşerojeke hevpar û komara demokratîk. Dîrok vê derfetê pêşkêşî me dike; divê em vê derfetê ji dest nedin. Heke em vê pêvajoyê bi awayekî rast bi rê ve bibin, Tirkiye dê mînakek pêşkêşî cîhanê bike ku pirsgirêkan bi diyalogê çareser dike, hêviyê dide mirovahiyê û pêşerojê ronî dike. Êdî dem ne dema dubarekirina êşên berê ye, dem dema avakirina hêviyên pêşerojê ye. Em diyar dikin ku niha dema hembêzkirin, yekîtî û xwişk-biratiyê ye.

Bi temambûna vekişînê re, rûpeleke nû vebûye; êdî dem hatiye ku em bi gavên qanûnî û siyasî aştiya civakî bi dest bixin

Di vê qonaxê de, qonaxa yekem a pêvajoyê bi dawî bûye. Piştî biryarên Kongreyê, şewitandina çekan û temamkirina vekişînê, rûpeleke nû vebûye. Niha, dem hatiye ku em li benda çareseriyê ji hêleke din nemînin, em çîroka xwe bixwe binivîsin. Dem hatiye ku em derbasî qonaxa duyemîn a hîn krîtîktir û giringtir bibin û bi gavên qanûnî û siyasî aştiya civakî bi dest bixin. Ev qonax bi qasî ku dijwar e, ewqas jî watedar e. Aştî ne tenê ji bo beşeke civakê ye, aştî ji bo tevahiya Tirkiyeyê ye. Erka herî giring niha ew e ku ev pêvajo ber bi pêşerojeke hevpar û wekhev ji bo 86 mîlyon kesan ve were pêşvexistin. Divê ev pêvajo bi qanûn, maf û azadiyan pêş bikeve. Divê zimanê siyaset û demokrasiyê were xurtkirin. Divê hiqûq bingeha aştiyê be û dad jî bingeha pêşerojê be. Birêz Ocalan hem di biryara duh de û hem jî ji bo avêtina gavên pêşerojê biryardariyeke mezin û vîzyoneke xurt ji bo aştiyê nîşan da. Di şert û mercên herî dijwar de jî, wî her tim çareseriya siyasî tercih kir. Hewldan, pêşbînî, israr û rola Ocalan di avakirina aştiyê de diyarker in. Di vî warî de, divê rê bên vekirin û derfet bên peydakirin ku ew înisiyatîfeke mezintir bigire û roleke çalaktir di pêvajoyê de bilîze. Divê diyalog, muzakere û danûstandina ramanî pêk were. Divê şert û mercên xebat, ragihandin û jiyanê yên azad bên avakirin.

Divê Parlamento di vê pêvajoya dîrokî de li gorî berpirsyariyên xwe tevbigere

Kurd û Tirk gelên kevnar ên van axan in. Me nan û ava xwe parve kiriye, me êşên xwe parve kiriye. Niha em li ber deriyekî dîrokî ne. Kurd û Tirk, Elewî û Sunnî - bi kurtasî, hemû gel û baweriyên van axan - derfeta wan heye ku di aştiyê de werin cem hev. Niha deriyek vebûye. Divê em hemû bi hev re tê de bimeşin, kesî li paş nehêlin, kesî li derve nehêlin. Ji bo destxistina vê yekê berpirsiyariya her welatiyekî, saziyekî, partiyeke siyasî, rewşenbîrî û kesekî xwedî wijdan heye. Parlamento ne tenê cihek e ku qanûn lê tên çêkirin; ew di heman demê de cihek e ku dîrok lê tê nivîsandin û siberoja me tê de tê diyarkirin. Biryarên ku îro di Parlamentoyê de tên dayîn û qanûnên ku tên derxistin, dê ji hêla nifşên pêşerojê ve di pirtûkên dîrokê de bên xwendin. Ji ber vê yekê, divê Parlamento vê pêvajoyê hêsan bike û bi pêş bixe. Divê rêziknameyên qanûnî ji bo serdema veguhêz werin çêkirin. Ev ne tenê rêziknameyên teknîkî ne; ew ê bibin bingehên aştiyê. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê giring in.

Divê medya bibe pirek ji bo aştiyê, nêzîkatiyeke weşanê ya aştiyane hilbijêre

Çareseriya pirsgirêka Kurd tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê. Heke Tirkiye demokratîk be, her kes dê qezenc bike. Ji ber vê yekê, ne tenê partiyek di vê pêvajoyê de berpirsiyar e, di heman demê de dewlet û partiya desthilatdar, burokrasiya ewlehiyê, dadwerî û hemû avahiyên din ên sazûmanî jî berpirsiyar in. Divê her kes berpirsiyariya xwe hilgire ser xwe. Divê her kes li gorî îradeya aştiyê tevbigere. Divê refleks û retorîka neyînî ya rabirdûyê were terikandin û divê hiş û zimanê demokratîk were pejirandin. Divê zimanekî azadîxwaz were pêşxistin; siyaseta hêviyê were tercihkirin, ne siyaseta tirsê. Em dixwazin careke din teqez bikin ku medya berpirsiyariyeke giring û dîrokî hildigire ser xwe da ku pêşveçûna xurt a pêşketinên ku duh qewimîn û hêvî anîn 86 milyon kesan misoger bike. Divê medya bibe pirek ji bo aştiyê. Li şûna weşanên cudaker, parçeker û dijminane, divê ew nêzîkatiyeke weşanê ya berfireh û aştiyane hilbijêrin.

Di vê pêvajoyê de kes dê wenda neke

Di vê pêvajoyê de kes dê wenda neke. Şer û pevçûn dê wenda bike. Aştî, mirovahî û pêşeroj dê bi ser bikeve. Her kes dê bi ser bikeve. Tirkiye dê bi ser bikeve. Lewre aştî ji bo her kesî ye, qanûnên demokratîk ji bo her kesî ne, edalet ji bo her kesî ye, pêşeroja hevpar a me hemûyan e. Dîrok niha me diceribîne. Di pêşerojê de, dema ku bê bipirsin, "Dema ku derfeta aştiyê derket holê, we çi dikir?", divê em bikaribin bi serbilindî bibêjin, "Me aştî parast, em ji bo çareseriyê xebitîn û em li aliyê rast ê dîrokê sekinîn." Em tenê dikarin bi rêya danûstandinên demokratîk gefên ku Tirkiye û hemû Kurdên li herêmê dijîn derbas bikin. Rêya vê yekê di bicihanîna qanûnên veguhêz û entegrasyona demokratîk de ye.

Niha divê her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe

Em dixwazin vê yekê bi zelalî bibêjin: Parêzvanên pergala kevin, xwediyên statukoyê, û hêzên herêmî û navneteweyî yên ku bi pevçûnan hebûna xwe ava dikin, dibe ku hewl bidin ku vê pêvajoyê têk bibin. Dibe ku provokasyon werin organîzekirin. Dibe ku senaryoyên tirsê werin çêkirin, dibe ku kampanyayên reşkirinê werin kirin. Lê em biryardar in. Em ê di rêya aştiyê de berdewam bikin. Em ê aştiyê neterikînin. Divê her kes vê yekê bizanibe. Niha dem hatiye ku hikûmet, muxalefet, dewlet, civaka sivîl, medyaya civakî, akademî û her kes berpirsiyariyê bigire ser xwe. Ev pêvajoya me, aştiya me û pêşeroja me ye. Em ji bo aştiyê, ji bo pêşerojê û ji bo 86 milyon kesan hêvîdar in. Em hêvî dikin ku biryara ku duh hatiye dayîn ji bo her kesî sûdmend be û bibe sedema aştiyeke mayînde. Bijî yekîtiya gelan, bijî aştiya birûmet.

27 Cotmeh 2025