
Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, di çarçoveya Civînên Aştî û Civaka Demokratîk de îro li Stenbolê beşdarî Bernameya Dengbêjan bû. Bakirhan, wisa axivî:
Dengbêj û kilam bûye hafizaya gelê me Kurdan
Silav dengbêjên hêja, mamoste Qazo û hevalên wî hûn bi xêr hatin. Silav mêvanên me yên qedilbilind. Li ser çavan li ser seran hatin. We hemûyan silav dikim. Îro em ê guhdariya dengbêjên xwe bikin. Her dengbêjên me mîna Heredot in. Gelê Kurd dîroka xwe ji dengbêjan hîn bûn. Îro em gava behsa çanda Kurdî bikin di serî de çanda dengbêjiyê gerek were bîra me. Bi hezar salan eş û keder, şîn û şahî, dîlan û xebat, şer û pevçûn bi dengê dengbêjan hatin gotin. Dengbêj û kilam bûye hafizaya gelê me Kurdan. Ji bo me dengbêj hem helbestvan in, hem stranbêj in, hem civaknas in, hem jî dîrokvan in. Îro dengbêjî tunebûya haya me ne ji Dewrêşê Evdî, ne jî ji Siyabend û Xecê hebû. Dengbêjan gelek mijar di kilamên xwe de anîn rojevê. Kilama Ferzende Beg, bi dengê Reso û Şakiro behsa serhildana Agiriyê dikir. Hin cara dengbêjan bal kişandiye ser belengazî u feqîriyê. Gotina Evdalê Zeynikê “Mirin çêtir e ji feqîriyê” bi dengê Karebetê Xaço gihîşte me. Di çanda dengbêjiyê de keda dengbêjên jin jî gelek e. Wek Dengbêj Gulê, Eyşe Şan, Fatima Îsa, Susika Simo, Aslika Qadir bi dehan jin bi rêya dengbêjiyê daxwazên jinan anîne ziman.
Xwastin hafizaya gelê Kurd tune bikin, lê dengbêjan rê neda wan
Dengbêjî jî wek ziman û çanda Kurdî rastî zext û qedexekirina dewlata Tirkiyeyê hat. Piştî ku komara cumhuriyetê hate avakirin Kurd nehatin qebûlkirin. Zimanê me, dîroka me, çanda me hate înkarkirin. Ser zext û înkarkirinê dengê dengbêjan hat qutkirin. Şevbêrk bê kilam û bê çîrok man. Dengbêjan bi dizî di malan de civat kom dikir, bi dizî şevbêrk çêdikirin. Gelê Kurd bi awayekî veşartî li Radyoya Erîvanê guhdarî dikir. Em biçûk bûn bav û kalên me ditirsiyan ku Radyoya Erîvanû vekin û lê guhdarî bikin. Xwastin, hafizaya gelê Kurd tune bikin, lê ne Kurdan ne jî dengbêjan rê neda wan. Hevî dikim pevajoya aşitiyê bi ser bikeve. Divê li Tirkiyeyê, şerma sed salî xilas bibe. Bila êdî nasname, çand û zimane Kurdî bê qebûlkirin. Ji vir şûn de navê Evdalê Zeynikê, navê Reso, Şakiro, Zahiro, Huseyno, Sisika Simo, Zadina Şekir, Kawis Axa, Feyziyê Rizo, Cemil Horo, Mihemed Arif, Egîdê Cimo, Eyşe Şan, Kirapêtê Xaço, Miradê Kinê, Silo Qiz Dersîmî, Bakî Xido û navê sedan dengbêjan li ser axa welatê me bijîn. Barê ser milê me jî heye, divê em rê li ber çanda dengbêjiyê vekin, lê xwedî derkevin. Dengbêjiyê neslen nû re, ji zarokê xwe re bidin naskirin. Gere em malên dengbêjan li her derê vekin. Bar dikeve ser şaredariyên me. Mala we ava, hezar spasî ji dengbejên me re. Deng û awazê we bila her tim li ser Kurdistanê bijî. Serkeftin ji me hemûyan re.
24 Tebax 2025