Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdeyê pêvajo nagihîje encamê

Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan bi Ajansa Welat re hevpeyvînek kir: 

Salvegera avabûna Kovara Hawarê ku di 15ê Gulana 1932an de ji aliyê Celadet Alî Bedîrxan ku li Şamê hatibû weşandin, ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) ve di sala 2006an vir de weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Îro bi boneya Cejna Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bernameyên pîrozbahiyê tên lidarxistin û bi çalakiyên girseyî daxwaza perwerdehiya fermî ya zimanê Kurdî û statuya Kurdî dê bê kirin. Ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek deverên Kurdistan û Tirkiyeyê siyasetmedar, rewşenbîr, aktivîst û kesayetên cuda cuda peyamên pîrozbahiyê diweşînin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pirsên Ajansa Welat (AW) bersivandin.

*Li gelek navendên Kurdistan û Tirkiyeyê, Cejna Zimanê Kurdî bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dê bê pîrozkirin. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, çalakî û bernameyên îsal ku ji bo rakirina astengiyên li ber Kurdî dê bên lidarxistin. Li gorî we cudahiya îsa ji salên borî çi ye

Em îsal Cejna Zimanê Kurdî di serdemeke wisa de pêşwazî dikin ku behsa aştî û çareseriyê tê kirin. Taybetmendiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev e: Em dixwazin meseleya Kurd ji çarçoveya pirsgirêka ewlehiyê derxin û vê meseleyê li ser zemîna hiqûq, demokrasî û hemwelatiya wekhev nîqaş bikin.

Em vê yekê pir zelal dibêjin: Aştiyeke mayînde, bi mîsogerkirina qanûnî ya nasname, çand û zimanê Kurdî pêkan e. Meseleya ziman ne mijareke li qeraxa vê pêvajoyê ye, rastiya di navenda pêvajoyê de ye.

Belê, her gava ku em li ser Kurdî diaxivin, hinek derdorên neteweperest hewl didin gotinên me berevajî bikin. Em vê hewldanê red dikin. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne lutfek an jî îmtiyazek e; mafê herî bingehîn ê mirovî ye.

Em li dîrokê binêrin: Di sala 1983yan de bi zagona hejmar 2932 zimanên ji bilî Tirkî hatin qedexekirin. Di sala 1991ê de dema ev qedexe hat rakirin, ne welat dabeş bû û ne jî dewlet hilweşiya. Îro jî dema astengiyên li ber Kurdî rabin, kes wenda nake, Tirkiye qezenc dike. Ger Kurdî bijî, aştî xurt dibe; ger aştî xurt bibe, siberoja me ya hevpar xera nabe.

*Partiya we di mijara bikaranîna zimanê Kurdî ya li raya giştî de pir tê rexnekirin. Ji bo ku astengiyên li ber zimanê Kurdî bên rakirin, ji bo ku daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi dengê herî bilind bê bilêvkirin û di qadên giştî de bêtir cih bidin Kurdî, wekî partî dê xebatên we hebin? Hûn ê çawa bersiv bidin van rexneyan?

DEM Partî, li Tirkiyeyê bi awayê herî pergalî û sazûmendî bi zimanê Kurdî re eleqedar dibe. Li qadê, di rêveberiyên herêmî de û li Meclisê ev xebat bê navber didomin. Lê ez bi dilpakî vê jî bibêjim: Ne bes e. Kêmasiyên me jî pir in. Ji bo Kurdî çi bê kirin kêm e; ji ber ku ziman bi hebûn, bîr û siberoja gelekî re têkildar e û meseleya herî jiyanî ye. Niha em werin ser mijarên şênberiyê. Vê hefteyê em li Amedê bûn. Şaredariya Bajarê Mezin forûmek li dar dixist. Di forûmê de dayikekê ji me re wiha got: Ew dixwaze zarokê xwe bişîne kursa Kurdî, lê ji ber ku li nêzîkî mala wê kursek nîne, nikare bişîne. Ev pirsgirêka bi milyonan malbat û hemwelatiyan e.

Ji bo ku Kurdî bijî û bibe xwedî mîsogeriya qanûnî, bê guman em ê têkoşîna xwe bidomînin. Lê belê divê em li benda gava dewletê nemînin û hîn bêtir dereng nekevin. Di pêşengiya saziyên zimanê Kurdî de û bi piştgiriya xurt a qada siyasetê ya demokratîk, divê seferberiya Kurdî bê destpêkirin. Li her taxê, li her gund û bajarî; kursên Kurdî, atolye, kreş… Divê xizmetên gihîştî û rastîn biçin ber lingê hemwelatiyan.

Di vê mijarê de barekî giran dikeve ser milê rêveberiyên me yên herêmî. Divê em êdî şaredarîvaniya pirzimanî bi awayekî xurtir pêk bînin. Me nîqaşên pêwîst di derbarê vê yekê de kirine; niha dema tevgerê ye. Di dema pêş de, em ê xebatên xwe hem di qada Kurmancî û hem jî di qada Kirmanckî de mezin bikin. Ji bo ku ziman tenê wekî daxwazeke sembolîk nemîne û di her şaneya jiyana rojane de hebe, em ê gavên xwe bidomînin. Gotineke me li derdorên ku ji Kurdî aciz dibin heye: Dema em Kurdî diparêzin, em ne tenê zimanekî, em ramana hemwelatiya wekhev, asoya komara demokratîk û zemîna aştiya mayînde diparêzin. Em ê ji vê têkoşînê gavekê jî paşde neavêjin.

*Ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje serkeftinê, yek ji hêviyên herî bingehîn ên civakê rakirina astengiyên li ber zimanê dayikê ye. Ji bo rakirina astengiyên li ber zimanê dayikê kîjan qanûn divê bên derxistin? Bêyî rakirina astengiyên li ber zimanê dayikê, aştiyeke mayînde pêkan e?

Na, ne pêkan e. Em vê bi zelalî dibêjin. Perwerdeya bi zimanê dayikê, gihîştina xizmetên giştî bi zimanê dayikê û di her qada jiyanê de bikaranîna azad a zimanê dayikê; ev daxwazên herî bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Heta ku ev daxwaz neyên bicihanîn, pêvajo li ser zemînekî saxlem rûnanê.

Di warê qanûnî de çi pêwîst e? Divê hemû qanûnên ku ji avabûna Komarê heta îro hatine derxistin, bi awayekî berfireh bên lêkolînkirin. Beşek ji wan divê ji nû ve bê birêkûpêkkirin, hinek jê kêm an zêde divê bên guhertin. Ev xebateke hiqûqî ya cidî û îradeyeke siyasî dixwaze; lê dikare bê kirin û divê bê kirin.

Gava herî krîtîk jî destûra bingehîn e. Heta ku birêkûpêkkirineke destûrî ya zelal, eşkere û pabendker ku bikaranîna azad û demokratîk a zimanên dayikê yên cuda di her qadê de bi taybetî di perwerde û hîndekariyê de neyên mîsogerkirin, tiştek nabe mayînde.

Ziman, belgeya hebûna gelekî ye. Parastina wî; di heman demê de parastina aştî, demokrasî û siberoja hevpar a vî welatî ye.

15 Gulan 2026