
Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakırhan, Hevserokên DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û parlamenterên me ji bo Konferansa Hevpeymaniya Partiyên Sosyal Demokrat a Welatên Ereb li Silêmaniyê bûn. Lijneya me duh li Silêmaniyê serdana gora Mam Celal kir. Piştî serdanê Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, wisa axivî:
Heta dinya hebe Mam Celal dê mamê hemû Kurdan be
Mam Celal ji bo Kurdan û Kurdistanê nirxekî mezin û bilind bû. Jiyan û dîroka têkoşîna Kurdan û jiyan û dîroka têkoşîna Mam Celal bi hev re girêdayî bû. Mam Celal ne tenê ji bo Kurdên Başûr ji bo Kurdên li çar aliyên cîhanê jî leheng û şexsiyetekî dîrokî bû. Helwest û îradeya çareserî û dialogê bû. Em îro li ser goristana Mam Celal in. Belkî Mam Celal li vê derê radizê lê Mam Celal di dilê hemû Kurdan de dijî. Tevahiya Kurdistanê mala Mam Celal e.
Xeyala Mam Celal û Birêz Ocalan çareserkirina meseleya Kurdan bû
Mam Celal di salên dawî yên jiyana xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan li Tirkiyeyê jî xebateke mezin meşand. Mixabin emrê wî têrê nekir. Em îro li ser rêya wî şopdariya wî berdewam dikin. Em li ber jiyan û têkoşîna Mam Celal bi rêzdarî bejna xwe ditewînin û dibêjin heta dinya hebe Mam Celal dê mamê hemû Kurdan be. Xeyala Mam Celal û Birêz Ocalan çareserkirina meseleya Kurdan bû. Îro em nêzî pêkanîna xeyala wan in. Înşelah em ê bi xebateke xurt xeyala Mam Celal û hevalên ku îro ne li cem me ne bicih bînin. Em dîsa Mam Celal bi bîr tînin. Silav û rêz.
Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan di lênûska bîranînê ya li ser gora Mam Celal de bîranînek jî nivîsî:
"Birêz Mam Celal,
Heta ku çerxa dîrokê bizîvire, tu dê di dilê gelê Kurd de bijî. Te jiyana xwe seranser diyarî azadî û wekheviya gelê Kurd kir. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd, te hemû rêyên çareseriyê û diyalogû ceriband. Tu ne tenê Mam Celalê Kurdên Başûr î, tu Mam Celalê Kurdên li çar aliyê cîhanê yî.
Te di jiyana xwe ya berxwedêr de meşa xwe ji nav refên pêşmergeyan heta serokatiya îro berdewam kir. Te ders û mîraseke bêhempa ji bo gelê Kurd hêla.
Em bi rêzdarî li ber te û têkoşîna te bejna xwe ditewînin."
30 Tebax 2025