Bi boneya 6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kuştî, em rojnamegerên ku hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin

Daxuyaniya Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê:

Rojnameger heqîqetan derdixin holê, dibin dengê gel, rastiyê dibêjin û tariyê ronî dikin. Ji bo vê jî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û gelek deverên cîhanê bi zextên dijwar, sirgûn, girtin û carinan jî bi jiyana xwe berdêlên giran didin. Her êrişek li ser rojnamegerên ku rastiyê diparêzin, êrişek e li ser mafê civakê yê zanîna rastiyê, li ser heqîqetê, li ser demokrasiyê û li ser azadiya fikr û ramanê.

Li herêma me ku  şer û pevçûn berbelav û kûrtir dibin, rojnamegerî her ku diçe dijwartir dibe. Tenê di sala 2025an de, li seranserê cîhanê 129 rojnameger û xebatkarên medyayê li ser karê xwe hatin kuştin. Her wiha di sala 2025an de, zêdetirî 300 rojnameger hatin girtin. Rojnamegerên ku hatin qetilkirin ji ber belgekirina sûcên şer ên kesên li ser desthilatê, qetilkirina sivîlan, qetilkirina jinan, koçberiya bi darê zorê, wêrankirin û rastiyên ku dihatin tepeserkirin, bûn hedef.

Îro jî rojnameger bi rêya binçavkirin, girtin, sansur, zextên aborî û hedefgirtina sîstematîk tên bêdengkirin. Lê em dizanin ku li welatekî xebatkarên çapemeniyê ne azad bin, ne mimkûn e ku mirov behsa civaka demokratîk, hemwelatîbûna wekhev û aştiyê bike. Çapemeniya azad yek ji temînatên herî bingehîn ên civaka demokratîk e.

Mîrata rojnamegerên ku li dû heqîqetê hatine kuştin, parastina ronahiyê li dijî tariyê, parastina axaftinê li dijî bêdengkirinê û parastina rastiyê li dijî înkarê ye. Ev mîrat her wiha beşeke girîng a têkoşîna demokrasî, edalet, wekhevî û azadiyê ye.

Bi boneya 6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kuştî, em careke din diyar dikin ku em ê têkoşîna xwe ji bo welatekî demokratîk berfireh bikin ku hemû cureyên zextê li ser rojnamegeran bi dawî bibin, azadiya fikr û ramanê û çapemeniyê bê misogerkirin û rojnameger bikaribin bi azadî bixebitin.

Ji Hasan Fehmî heta Metin Goktepe, ji Gurbetellî Ersoz heta Hrant Dink, ji Musa Anter heta Nazım Daştan û Cîhan Bilgin, em hemû rojnamegerên ku li dû rastiyê hatin qetilkirin bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Ji bo hemû rojnamegerên ku tevî zextan jî paşve gav neavêtin û pênûs û kamerayên xwe ji bo azadiya gelan û têkoşîna wekheviyê ya bindestan bi kar anîn, em soz didin: Em ê nehêlin hûn bên jibîrkirin, em ê we ji bîr nekin; em ê têkoşîna we berfirehtir bikin.

Komîsyona Çapemenî, Weşan û Propagandayê ya Partiya DEMê

6 Nîsan 2026