Bi ruhê Banga Aştî û Civaka Demokratîk, 1ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî pîroz be

Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî: 

Em di salvegera 11emîn a serkeftina Kobaniyê silav dikin ku li dijî tarîtiya DAIŞê bi pêşengiya jinan hat lidarxistin.

11 sal berî niha, li Kobaniyê bi têgihîştina "ketina Kobaniyê tê wateya ketina hemû Kurdistanê" tevgereke berxwedanê hat rêxistinkirin û li dijî zihniyeta yekperest, mezhebperest û mêrperest yek ji berxwedanên herî bi heybet ên dîroka mirovahiyê pêk hat. Ev berxwedan îro bi modela Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku gelan bi hev re jiyaneke hevpar ava kirin û diyarî tevahiya cîhanê kirin, hemû dinyayê ronî dike. Berxwedana Kobaniyê ku bi pêşengiya têkoşîna jinan hat meşandin, bingeha pêşxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk danî û îro ev banga dîrokî hêviya jiyaneke wekhev û azad temsîl dike.

Di pêvajoya dîrokî ya heyî de encamên giran ên civakî yên şerên belavkirinê yên li Rojhilata Navîn, careke din giringiya jiyanî ya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan dipeyitîne. Li Sûriyeyê nakokiyên neteweperest û mezhebî û berberîkirina civakî, ji hêla hêzên gerdûnî ve bi rêya netewdewletê ve tên kûrkirin. Di pêvajoyeke wisa de careke din tê piştrastkirin ku pergala civakî ya li Rojava ji bo jiyaneke azad û wekhev tekane alternatîf e.

Bi ruhê paradîgmaya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin, em Şoreşa Kobaniyê silav dikin. Em biryardariya xwe ya ji bo berfirehkirina vê şoreşa ku gelan çarenûsa xwe bi berxwedana xwe nivîsîn, dubare dikin. Em ê vê feraseta şoreşger biparêzin û bi pêş bixin. 1ê Mijdarê Roja Kobaniyê ya Cîhanî, bi taybetî li gelê Kurd û li hemû gelên cîhanê pîroz be.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê

1 Mijdar 2025