Daxuyaniya Komîsyona me ya Ziman, Çand û Hunerê û saziyên zimên

Komîsyona me ya Ziman, Çand û Hunerê bi saziyên zimên re bi boneya xebatên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi şîara Statuya Kurdî û Perwerdehiya Bi Kurdî daxuyaniyeke hevpar dan: 

Neteweya kurd neteweyeke herî qedîm a mirovahiyê ye. Zimanê kurdî jî nirxekî herî bingehîn û jêneger ê neteweya kurd û hemû mirovahiyê ye.

Sed mixabin bi sedan sal in ji ber tunehesibandina neteweya kurd, bi awayekî hovane hewl hat dayîn ku çand û zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Di encama têkoşîna neteweya kurd de ev hewldan têk çûbin pêkanînên li dijî zimanê kurdî bi awa, rê û rêbazên nûjenkirî tên domandin.

Em kurd bi tu awayî destûr nadin ku zimanê kurdî bê helandin û tunekirin. Jiyaneke bêkurdî ji bo me kurdan wek laşekî bêmejî, bêdil û bêgiyan e. Zimanê me çavkaniya me ya bingehîn a hebûn, xwebûn, nasname, giyan û jiyana me ya neteweyî ye. Zimanê me çavkanî û hîmê yekîtiya me ya neteweyî ye. Mifteya azadiya me ye. Zimanê kurdî xeta me ya herî sor û jêneger e.

Rêzdar Abdullah OCALAN jî bi taybetî diyar dike ku “Meseleya zimanê dayikê qasî nan û avê girîng e. Yên ku nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li tu tiştî xwedî derkevin. Ên nikaribin li zimanê xwe xwedî derkevin nikarin li mirovbûna xwe jî xwedî derkevin. Xwedîlêderketina li ziman û çanda xwe peywira hemû kesan e.”

Banga rêzdar Abdullah OCALAN a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’, nîqaşên li ser serbestî û azadiya zimanê kurdî jî xurt kirin. Em heta dawiyê bi vê bangê re ne û bi rengekî zelal dibêjin ku,
heta ku mafên neteweya kurd ên zimanî, çandî, siyasî, hiqûqî û xwerêveberî neyên naskirin û hemû astengiyên li ber bikaranîna van mafên kurdan ji holê neyên rakirin aştî û civateke demokratîk pêk nayê. 

Ji bo ku ev yek pêk bê, divê tecrîda li ser rêzdar OCALAN bi her awayî bê rakirin, şert û mercên herî guncav bên amadekirin û di serî de zimanê kurdî, divê nasname û hemû nirx û mafên neteweya kurd û statuya kurdan a xwebirêvebirinê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve bên nasîn, di makezagon û zagonan de bê mîsogerkirin.

Em wek kurd di mijara zimanê kurdî de gelek zelal dibêjin:

1- Divê statuya kurdî di makezagon û zagonan de bê qebûlkirin.

2- Divê ji zarokxaneyan heta zanîngehan di hemû merheleyan de perwerdehiya bi kurdî pêk bê. 

3- Divê hemû qedexe û astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya kurdî bên rakirin; kurdî li her sazî û qadên fermî, civakî û jiyanî ji her milî ve serbest û azad be. 

4- Divê hemû navên cih û tiştên ku berê bi kurdî bûn lê hatine tirkîkirin, dîsa li kurdî bên vegerandin.

Bêguman ji bo pêkanîna van daxwazan em kurd dê li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin û xebatên xwe zêdetir û berfirehtir bikin. Em ê li hemû derên ku kurd lê dijîn, li hemû navçe, gund, tax, kolan û malan, li nav ciwan, zarok, zanîngeh, esnaf û hemû qadên din hişmendiya sazkirin, rêxistinkirin û hîndekariya zimanê kurdî belav bikin.

Bi vê armanc, bîr û baweriyê, em bang li hemû tevger, partî, sazî û derdorên azadîxwaz, aştîparêz, demokrat û mirovahîperwer; bi taybetî jî bang li jin, ciwan, siyasetmedar, rewşenbîr û li hemû kurdên li her çar milên Kurdistanê û li hemû derên cîhanê dijîn dikin: 

Werin em hemû kurd li dor zimanê kurdî yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin; her rojê bikin roj û cejna zimanê kurdî; her dem û li her derê têkoşîna parastin û pêşvebirina zimanê kurdî bilindtir û berfirehtir bikin, zimanê kurdî li her qadên civakî û jiyanî bikin xwedî statu, bikin zimanê perwerdehî, têkoşîn, xebat, têkilî û jiyanê; her mal, gund, kolan, tax, wargeh û jîngehekê bikin dibistan û zanîngeheke kurdî, bikin kurdîgehek.

Bi van hest û ramanan, Cejna Zimanê Kurdî, di serî de dayikên kurd, kedkar, parêzvan û têkoşerên zimanê kurdî, li me hemû kurdan û li hemû mirovahîparêzan pîroz be!

Bijî Zimanê Kurdî!

Her Dem Kurdî Her Der Kurdî!

Kurdî Yekîtî Azadî!

Ji Bo Kurdî Her Dem Li Her Derê Têkoşîn û Xebat!

25 Gulan 2025