Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî:
Şeva borî heta niha, êrişên ku Rêveberiya Şamê li dijî taxên Kurdan ên li Helebê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û her weha li dijî Benî Zeydê, ku bi piranî Suryanî lê dijîn, bi tank, top, obûs û dronan pêk anîye; li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlehiyê yên Navxweyî yên Helebê, 7 sivîl hatine kuştin û herî kêm 46 kes birîndar bûne. Di van êrişan de, hatîye diyarkirin ku komên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nureddîn Zengî yên ku tê zanîn piştgiriya Tirkiyeyê distînin jî beşdar in.
Rêveberiya Şamê û hêzên girêdayî wê, ku bi mehan e pêdiviyên bingehîn ên sivîlên ku li van herêman dijîn asteng kirine, bi van êrişan re li dijî yekîtî û îstîkrara siyasî û îdarî ya Sûriyeyê xetereyekî eşkere ava dikin. Wek tê bîranîn, li gorî Mutabakata 10ê Adarê, di meha Nîsana ya 2025an de Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) tevî çekên giran ji van taxên Kurdan vekişiyan û ewlehiya wan dan destê asayîşa herêmî. Êrişên ku Rêveberiya Şamê dimeşîne, hem Mutabakata 10ê Adarê û hem jî peymana ku di 1ê Nîsanê de hatibû kirin binpê dikin û jiyana zêdetirî 200 hezar sivîlan jî di xetereyê de dihêlin. Êrişên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê operasyonên îmhakirinê ne. Ya ku li Suweydayê li dijî Dûrzîyan hat kirin, dixwazin bi awayekî herî giran li taxên Kurdan ên li Helebê bê pêkanîn.
Divê neyê jibîrkirin ku li Sûriye Ereb, Kurd, Dûrzî, Ermenî û gelek gel û komên baweriyê yên din dijîn. Rêya herî girîng ya ku li Sûriyeyê şertên nû yên şer û pevçûnê neyên afirandin, bi demokratîkbûna vî welatî ve girêdayî ye. Erkê ku li ser Tirkiyeyê ye jî ev e ku piştgirî bide vê pêvajoya demokratîkbûnê û vî awayî pêşvebirinê teşwîq bike.
Hewldanên ku dixwazin Sûriyeyê bispêrin destê rejim û hişmendiya yekparest a li Şamê pir xelet û parçeker in û pevçûnên nû ava dikin. Ev hewldan bi tu awayî nayên qebûlkirin. Piştgiriya me ya yên ku li dijî van hewldanan berxwedidin dê bidome.
Em bang li hemû hêzên ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û rejîma Şamê de navbeykar in dikin ku: bi lez berpirsiyariya xwe ya garantoriyê bicîh bînin û van êrişên leşkerî yên ku hemû Sûriyeyê dikin qada pevçûnên nû asteng bikin.
Carekî din em bi israr tînin ziman rêya ku kaos û pevçûnan li Sûriyeyê bidawî bike, ew e ku hemû gelên Sûriyeyê li ser bingeha mafên demokratîk û wekhev yên hevbeş rêveberiyek hevpar ava bikin. Li ser vê bingehê divê diyalog bidome; ji bo pêşxistina entegrasyona leşkerî, aborî û demokratîk hewldan bên kirin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê
7ê Çileya 2026an
