Em ê warên têkoşîna piralî ya jinan di nav Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bikin yek

Encamnameya civîna Meclisa Jinan: 

Meclisa Jinan di 13emîn salvegera wê de, Şoreşa Jinan a Rojava silav dike û di salvegera 10emîn a Komkujiya Pirsûsê de 33 Rêwiyên Hêviyê bi bîr tîne. Di civînê de pêşketinên li Rojhilata Navîn, xurtkirina hevgirtinê li dijî komkujiyên ku ji hêla çeteyên xwedî feraseta DAÎŞê yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve li dijî jinên Elewî û Durzî têne kirin, binpêkirinên mafên jinan, şîdeta li dijî jinan, girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo jinan û xebatên ku di vê heyamê de hatine kirin hatin nirxandin. Meclisa Jinan a Partiya DEMê bi pêşniyarên ji bo rêbaz û naveroka siyasî û rêxistinî ya heyama bê de bi dawî bû.

Şoreşa Jinan a Rojava nîşanî cîhanê da ku çeteyên DAIŞê dikarin bên têkbirin

13 sal berê, Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn bi berxwedan û têkoşîna gelan, jinan, şoreşgerên navneteweyî û sosyalîstan û bi paradîgmaya rizgariya jinan pêk hat. Jiyana nû ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedan, biryardarî û piştgiriyê hat avakirin û ji bo hemû gelên cîhanê modelek azadî û wekheviyê pêşkêş kir. Em Şoreşa Rojava diparêzin, kesên ku di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê destkeftiyên xwe berfirehtir bikin.

Îsraîl wek amûra herêmî ya hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn, polîtîkayên xwe yên tunekirinê li dijî gelê Filistînê ne tenê bi leşkerî, lê di heman demê de bi birçîhiştin û tîhiştinê jî didomîne. Hewldanên ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn ji hêla Îsraîlê ve berdewam dikin. Îro, gefa ku Îsraîl li ser herêmê çêdike ji ber êrişên çeteyên xwedî feraseta DAÎŞê ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li dijî jinên Elewî û Durzî gihîştiye asta komkujiyekê. Di van hemû êrişan de, bi sedan jin ji hêla van çeteyan ve hatine kuştin, revandin û rastî her cûre tundûtûjiyê hatine. Em ê li hember van êrişan, ku her carê armanc dikin Rojava dorpêç bikin, piştgiriyê bidin jinên Elewî û Durzî. Bi yekbûna li dora felsefeya Jin Jiyan Azadî ku me 13 sal berê li Rojava ava kir, em ê têkoşîna xwe li dijî tundûtûjî û komkujiyên li dijî jinan, li her deverê xurttir bikin.

Bi mîrateya ku me ji têkoşîna azadiya jinan wergirtiye, em ê Aştî û Civaka Demokratîk ava bikin

Ji bilî rastiya şerê li Rojhilata Navîn, Banga Birêz Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk di 27ê Sibatê de û pêşketinên piştre werçerxeke dîrokî ava kir. Daxuyaniya îradeya siyasî ku di 11ê Tîrmehê de bi merasîma şewitandina çekan a Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Şikefta Casenê, di 9ê Tîrmehê de peyama vîdeoyî ya Birêz Ocalan, pêwîstiya rêxistinkirina têkoşîna me ya azadiya jinan bi awayê herî xurt nîşanî me da.

Em jin, yek ji hêmanên bingehîn ên vê pêvajoyê ne ku em vê pêvajoyê wekî serdema guhertin û veguherînê pênase dikin. Meclisa Jinan bi karanîna ezmûnên ji pêvajoyên aştiyê yên berê, ji roja yekem a bangewaziyê ve dixebite. Ji bo me jinan, wateya bangewaziyê her wiha xurtkirina têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan û xizaniyê, rakirina astengiyên li pêşiya demokrasî, wekhevî û azadiyê û avakirina paradîgmaya rizgariya jinan e.

Pêngava yekem a serkeftina vê pêvajoyê afirandina zimanê aştiyê ye

Em ê nerazîbûn û berteka xwe li dijî domandina zayendperestî, neteweperestî, nijadperestî û zimanê nefretê ku ji aliyê desthilatdariya mêrperest û berdevkên wê ve tê mezinkirin bidomînin. Em dizanin ku herî zêde jin hewcedarê aştî, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê ne. Em ê rê nedin kesên ku bi karanîna ziman û hişmendiya mêrperest, bi operasyonên rêveberiya têgihanê, argumanên psîkolojîk û şerê taybet li dijî vê pêvajoyê ne. Em ê warên têkoşîna piralî ya jinan di nav Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bikin yek. Em dizanin ku projeya "Sala Malbatê" ya ku hatiye ragihandin, rakirina têgeha zayendiya civakî ji bernameya perwerdehiyê, xelatkirina kujerên jinan bi polîtîkayên bêcezatiyê û kûrkirina kedxwariyê û xizaniya jinan di bin navê xebata nerm de, rasterast beşên siyaseta şer in. Ev pêvajo di heman demê de têkoşînek e ji bo parastin û berfirehkirina destkeftiyên têkoşîna me ya azadiya jinan.

Bi vê bawerî û biryardariyê, em ê pêşwaziya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî bikin

Her ku em nêzîkî 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî dibin, em ê ligel jinên ji her astên jiyanê, ji her gel û baweriyan ku li van axan dijîn berdewam bikin. Lê belê, em ji ezmûna xwe dizanin ku têkoşîna me ya ji bo aştî û demokrasiyê bi yekalî nayê bidestxistin. Eger her jin û her kesê LGBTQ+ ku mehkûmî birçîbûnê bûye, rastî kedxwariyê hatiye, siberoja wê hatiye dizîn, erd û qada jiyanê ji dest wê hatiye stendin û rastî tundûtûjiyê hatiye vê pêvajoyê hembêz bike, bibe yek û bi hev re şer bike, serkeftina vê pêvajoyê mumkun e.

Bi pêşxistina hevgirtina jinan, komkirina ezmûnên xwe û xurtkirina xwerêvebirin, rêxistinkirin û parastina xwe, em dikarin îro û siberoja xwe bi dest bixin. Divê em berpirsiyariya avakirina paradîgmaya rizgariya jinan li her tax, her gund, her kargeh û her dibistanekê bigirin ser xwe. Bê têkoşînê tu maf nehatiye bidestxistin. Êrişên li ser ked, laş û nasnameyên me xwe bi xwe bi dawî nabin. Em bi gotin, kirin û berxwedana xwe heta niha hatine û ji niha û pê ve jî em ê bi têkoşîn û berxwedanê siberojê ava bikin.

Di 3yê Tebaxê Roja Qirkirin û Kuştina Jinên Êzidî de, em ê têkoşîna jinan a ji bo aştiyê li dijî van hemû polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn, bilind bikin û bi çalakî û xebatan ji bo avakirina aştiyeke dadperwer, bi rûmet û mayînde, xwe ji bo 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî amade bikin.

Meclisa Jinan a Partiya DEMê

24 Tîrmeh 2025