
Daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê:
Walîtiya Îzmîrê ji bo mohrkirina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ferman da Şaredariya Konakê û Şaredariya Konakê deriyê komeleyê mohr kirin. Ev derbeyeke eşkere ye li ser aştiya civakî û pirrengiya zimanî. Ev komele ji sala 2018an vir ve çalakiyên perwerdehî û çandî bi zimanê Kurdî û zimanên din dimeşîne. Girtina vê komeleyê ne li gor prensîbên hiqûqê ye. Ev kiryara ku ji hêla şaredariyê ve hatiye kirin, mînaka herî dawî ya zexta pergalî ya li ser zimanê Kurdî û mafên çandî yên gelê Kurd e.
Kurdî zimanê dayikê yê nêzîkî 25 milyon Kurdên li Tirkiyeyê ye. Em dizanin ku di dîrokê de, qedexeyên zimên tenê nakokî û dabeşbûn anîne vî welatî. Sînordarkirinên li ser mafên zimanî û çandî aştiya civakî têk birine û gef li jiyana hevpar xwarine. Girtina Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ji rawestandina çalakiyên saziyekê bêtir e; ew êrişek li ser zimanê dayikê, nasname û çanda bi milyonan kesan e. Ev biryara neheq a Walîtiya Îzmîrê bi astengkirina fêrbûn û pêşvebirina Kurdî û zimanên din, xizmet li wêrankirina vê dewlemendiyê dike.
Mafê her welatiyekî ji bo fêrbûna zimanê xwe yê dayikê li her deverê heye û ev maf ne hewce ye ku bi qanûn an peymanên navneteweyî were parastin jî. Kiryara Walîtiya Îzmîrê nîşaneyeke eşkere ya keyfîtiya îdarî û pratîkên neqanûnî ye. Wekî ku Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta Ramazan Kaygısız diyar kiriye, ev mohrkirin zexteke eşkere li ser zimanê Kurdî û hebûna çandî ya gelê Kurd pêk tîne.
Em bang li Walîtiya Îzmîrê dikin ku demildest vê biryara neheq û cudakar betal bike û rê bide Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Avesta ku çalakiyên xwe bidomîne. Aştiya civakî bi azadkirina mafên zimanî û çandî mumkun e. Em bang li hemû rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û raya giştî dikin ku li dijî van pratîkên ku aştiya zimanî tehdît dikin, hevgirtinê xurt bikin. Fêrbûn û pêşvebirina Kurdî û zimanên din ji bo dewlemendiya vî welatî gelekî giring e. Ji qedexeyên zimanî re na, ji aştiya zimanî re erê!
Cemîle Turhalli – Heval Dilbihar
Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya DEMê
2 Tebax 2025