Em êrişên ku li Duhok û Hewlêrê hatin kirin şermezar dikin

Daxuyaniya Hevserokên me yên giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan:

Em êrişên ku îro ji aliyê hêzên Îranê ve li Duhok û Hewlêrê hatin kirin û bombebarankirina mala Birêz Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar dikin. Ji Rêveberiya Herêma Kurdistanê û gelê Kurd re derbasî be.

Em ji ber êrişên ku di hefteyên dawî de li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin pir xemgîn û bifikar in. Hikûmeta Îranê êrişên ku çend roj berê dîsa li ser Hewlêrê hatibûn kirin wekî "şaşî" bi nav kiribû û soza lêpirsînê dabû. Divê ji bo êrişên îro demildest daxuyaniyê bide û berpirsyaran darizîne.

Herêma Kurdistanê bi berdêlên mezin gihîşt vê qonaxê. Zelal e ku bi van êrişên hanê dixwazin şer û pevçûnê li herêmê belav bikin. Em ê weke do îro jî li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze erdnîgariya Kurdan bikişîne nav şer têkoşîna xwe bidomînin.

Tülay Hatimoğulları & Tuncer Bakırhan

Hevserokên Giştî yên Partiya DEMê

28 Adar 2026