Encamnameya Civîna Serdema Navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk

Encamnameya civîna serdema navberê ya ku di navbera 25-26ê Gulanê de li Amedê ji aliyê Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ve hat lidarxistin:

Em civîna xwe ya Serdema Navberê ya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ku me di navbera 25-26ê Gulana 2025an de bi şîara “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve” pêk anî, diyarî Sirri Sureyya Onder dikin ku me ew di 3ê Gulanê de ber bi ebediyetê ve oxir kir.

Hevserokê me yê Giştî Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, Hevşarerên me, Hevserokên Meclisa Giştî ya Bajêr û Hevberdevkên Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk beşdarî civînê bûn. Di vana du rojên civînê de pêvajoya siyasî ya heyî û faaliyetên rêveberiyên herêmî yên sala borî hatin nirxandin. Di çarçoveya van nirxandinan de pêşniyazên xeta têkoşîna me ya pêvajoya di pêşiya me de hatin diyarkirin.

Em weke pêkhateyên civînê em hemû hevrêyên xwe yên ji bo aştî û azadiyê têdikoşin, di serî de hilbijartiyên ku dîlgirtî ne û hevalên xwe yên di zindanan de ne, silav dikin.

Di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de gelên Tirkiyeyê çûn ser sindoqan û îradeya gel careke din di sindoqan de derket holê. Tişta ku îro ji her kesê ku nûnerê saziya siyasî ye tê xwestin, rêzgirtina ji vê îradeyê re ye.

Bi taybetî di deh salên dawî de, şeklê desthilatdariya navendî ya Tirkiyeyê krîzên heyî kûrtir kiriye. Me ji destpêkê ve li dijî nêzîkatiya rêveberiyê ya li ser bingeha yekperestiyê avabûyî, di pêşxistina demokrasiya herêmî de israr kir û îro pê ve jî em ê bidomînin.

Em ê di bin her şert û mercî de parastina îradeya gel bidomînin!

Hilbijartinên 31ê Adara 2024an dihat wê wateyê ku pêkanînên qeyûman ên 8 salan dê careke din bi dawî bibin û şaredarî dê careke din derbasî rêveberiya gel bibin. Bidestxistina 78 şaredariyan a partiya me li ser esasê pergala Hevserokatiyê, encama biryardariya îradeya gel bû. Partiya me ne tenê di hevşaredariyê de, di heman demê de di sedan şaredarî û meclisên giştî yên bajaran de nûnertî bi dest xistiye.

Ev biryardariya gel a ku li ser sindoqan nîşan da ji bo me dihat wateya berpirsyariyê. Armanca me ew bû ku şaredariyên ku bi salan bi berbend û têlan ji gel hatine veqetandin, careke din bibin şaredariyên gel.

Pêşînetiya me ya bingehîn ew e ku em şaredariyan bigihînin gel, lê pêşînetiya desthilatê lêgerîn û hewldana desteserkirina şaredariyên gel e. Desteserkirina 10 şaredariyên partiya me piştî hilbijartinan û tayînkirina qeyûman di esasê de xitimîna siyasî ya desthilatê nîşan da.

Di nav gelên Tirkiyeyê de nebûna bertekên têrker û bersivnedan rê li ber belavbûna pêkanînên qeyûman li rojavayê Tirkiyeyê vekir. Weke Partiya DEMê em ê li dijî hemû pêkanînên dij-demokratîk derkevin, Li ku derê, kengî û ji kê re bên kirin jî.

Şert û merc çi dibin bila bibin em ji parastina vîna gel gavekê jî paşve navêjin. Em soz didin gel ku em ê bi vê hişmendiyê têkoşîna xwe bidomînin. 

Em ê Pergala Hevserokatiyê Civakî bikin!

Her pergala ku li ser yekperestiyê ava bûye, di esasê xwe de serdestiya mêrane ye. Pergala serdest a mêr jî xwe dike navendî. Ev rewş bi tevahî berovajî nêzîkatiya Demokrasiya Radîkal e ku partiya me diparêze. Ji bo afirandina çanda rêveberiya demokratîk, em daxwaz dikin ku jin û mêr bi awayekî wekhev di astên rêveberiyê de cih bigirin. Bi vê têgihiştinê partiya me ya ku kevneşopiya mîrateya partiyên pêşengên xwe ye, ji sala 2005an heta niha di hemû astên rêvberiyê de pergala Hevserokatiyê pejirandiye.

Pergala Hevserokatiyê ji roja hatiye pêkanîn heta niha ve hem ji aliyê zihniyeta desthilatdariya mêrperest ve û hem jî ji aliyê amûrên şerê taybet ve hatiye hedefgirtin. Tevî hemû hewldanên hedefgirtinê jî me ji parastina pergala Hevserokatiyê gavek jî paş ve neavêtiye û em ê neavêjin jî.

Em ê li dijî her cure êrişên li ser pergala Hevserokatiyê bisekinin. Pergala Hevserokatiyê encama têkoşîna azadiya jinan û berxwedana demdirêj veguherandiye destkeftiyekê û em ê bibin pêşengên civakîkirina pergala Hevserokatiyê.

Pergala Hevserokatiyê jin, mêr, ciwan, karker, astengdar; bi kurtasî hemû beşên civakê di nava rêveberiyê de dihewîne û di heman demê de têkiliya xweza-civakê esas digire. Em ê li ser prensîba temsîliyeta wekhev bimînin û ji xeta xwe ya binefşî tawîz nedin!

Partiya DEMê dê mîrateya Rêveberiya Şaredariya Civakparêz berfireh bike!

Azmûna Şaredariya Civakparêz a ku di sala 1979an de bi 3 şaredariyan dest pê kir, bi partiyên ku em kevneşopiya wan di sala 1999an de temsîl dikin qat bi qat mezin bûye û gihiştiye asteke ku ji sedan derbas dibe. Her serdemê azmûnek berhev kiriye û derbasî roja îro kiriye. Erka me ya îro ew e ku em berhevkirina zanyariya ku di heyamên borî de hatine berhevkirin biparêzin û mezin bikin.

Partiya me li hemberî van nêzîkatiyên ku bi pergala şaredariyê ya klasîk bersivê nadin gel, nêzîkatiya Şaredariya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan ku gel di navendê de digire pêş xistiye. Em ê xebatên şaredariyê li hemû qadan wekî jin, ciwan, zimanê dayikê, çand, tenduristî, astengdar, zarok, ekolojî û perwerdehiyê berfireh bikin û li ser daxwaz û bendewariyên gel bin.

Li dijî her cure helwesta dubendî ya li hemberî şaredariyên partiya xwe, em ê bi şêwazekî ku alternatîfa xwe biafirîne xebatên xwe bimeşînin. Li her qada ku em tê de ne, em ê li ser esasê berjewendiya gel bê navber û bê dudilî bixebitin.

Weke Partiya DEMê em ê li gorî mîrateya şaredariya civakparêz xebatên xwe bidomînin. Em ê şaredariyeke ji pêdiviyên civakî re hesas, şefaf, beşdar û gelparêz qebûl bikin. Em ê bi gel re modelên şaredariyê yên mînak ava bikin.

Em ê li ser Bingeha Jiyana Hevpar xwe bigihînin “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve”!

Her partî, ji desthilatê bigire heta muxalefetê, xwedî berpirsyariyeke mezin e ji bo ku sedsala duyemîn a Komarê li gorî sedsala yekem bi rengekî demokratîktir pêş bikeve. Kodên sedsala yekem ên li ser yekperestiyê, di her serdemê de bûne sedema êş û wêraniya mirovan.

Ji bo dawî li êş û wêraniyê bê, di 27ê Sibatê de Birêz Abdullah Ocalan berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe û Banga Sedsalê aşkera kir. Bi Banga Sedsalê re derfeta veguhertineke nû ya li ser bingeha paradîgmaya Neteweya Demokratîk hat dayîn. Paradîgmaya Neteweya Demokratîk; temînata jiyana wekhev, azad û hevbeş a pêkhateya civakî ya Tirkiyeyê ya pirnasname, pirzimanî û pir bawerî ye.

Li hemberî vê berpirsyariya dîrokî ya Birêz Ocalan, divê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê bi lez û bez bi dawî bibe. Aktorên sereke yên ku dê encamê çêbikin dewlet û desthilat in.

Em avakirina rêveberiyên herêmî yên demokratîktir ji bo Tirkiyeyeke demokratîk girîng dibînin. Di vê çarçoveyê de;

Divê qeyûmên ku hatine tayînkirin bên vekişandin û hilbijartî vegerin ser peywirên xwe, Divê xalên eleqedar ên Qanûna Şaredariyan a bi hejmara 5393an ku destûrê dide tayînkirina qeyûman bê sererastkirin û tayînkirina qeyûman bi dawî bibe, Divê pênaseya Hevserokatiyê ya di Yasaya Partiyên Siyasî de di qanûna şaredariyan de jî bê diyarkirin, Divê wesayeta îdarî û aborî ya rêveberiya navendî ya li ser rêveberiyên herêmî bê rakirin. Divê ji demokrasiya nûnertiyê wêdetir, gel rasterast tevlî pêvajoyên biryargirtinê bibe, qadên rêxistinbûyîna demokratîk ên wekî meclisên taxan, meclisên bajaran û komunên gundan bên parastin, Divê xalên qanûnî yên ku desthilatdariya van saziyan di qanûnên şaredarî û rêveberiyên taybet ên bajaran de sînordar dike, di çarçoveya prensîba demokrasiya xwecihî de ji ber çavan bê girtin û bê birêkûpêkkirin. Divê şerha Tirkiyeyê ya li ser Şerta Xweseriyê ya Peymana Rêveberiya Herêmî ya Ewropayê bê rakirin.

Ji bo pêkhatina Aştî û Civaka Demokratîk şertê bingehîn ew e ku hemû gel jiyanek azad û wekhev bijîn. Ji ber vê yekê armanca me Tirkiyeya Demokratîk e ku li ser esasê edalet, wekhevî û vîna gelan e. Rêyek gihîştina vê armancê ew e ku daxwazên herî kêm ên demokratîk ên ku li jor hatine rêz kirin bên pêkanîn.

Em careke din girêdana xwe ji bo paradîgmaya jiyana hevpar a ku Birêz Abdullah Ocalan daye pêş, radigihînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê hemû berpirsyariyên xwe yên têkildarî civakîbûna vê paradîgmayê bi cih bînin.

Ji bo bîranîna hemû hevalan ku jiyana xwe ji dest dan, heta ku aştî van xakan bi aweyekî ebedî dorpêç bike em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li ser xeta pirdengiyê û bingeha çanda jiyana hevpar em ê “Bi Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ber bi Civaka Demokratîk ve” biçin.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ya Partiya DEMê

28 Gulan 2025