Hatimogullari: Bila dîrok wêrekî û biryardariya me ya ji bo avakirina aştiyê binivîse

Hevserokên me yên Giştî Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, li Enqereyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbarê vekişîna PKKê de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Hatimogullari di axaftina xwe de wisa got:

Niha, erka me hemûyan e ku em bi hev re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin

Ez we hemûyan bi rêzdarî silav dikim. Berî her tiştî, ez li ser navê Partiya DEMê, spasiya xwe pêşkêşî we dikim ku hûn di vê roja dîrokî de bi me re ne û ji bo aştiyê kedekê didin. Em demên wisa dijîn ku di dîroka siyasî ya Tirkiyeyê de kêmpeyda ne. Ev dem ne tesaduf e, berhema encama îrade û hewldaneke bênavber a dehsalan e. Her gava ku ji bo aştiyê tê avêtin hesreta bi milyonan dilan e. Di vê pêvajoyê de ku bi banga dîrokî ya Birêz Ocalan di 27ê Sibatê de dest pê kir û bi şewitandina çekan di 11ê Tîrmehê de berdewam kir, em îro derbasî asteke nû dibin.

Bi daxuyaniya duh ango 26ê Cotmeha 2025an, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbasî qonaxeke nû bû. Em hêvî dikin ku ev qonax ji bo 86 milyon kesan deriyê aştî, demokrasî, hiqûq û azadiyê veke. Em hêvî dikin ku ev gava ku careke din biryardariya îradeya aştiyê nîşan dide, dê bibe sedema demokratîkbûnê, serweriya hiqûqê û pêşxistina azadiyan. Niha, erka me hemûyan e ku em bi baldarî vê bingehê biçînin û bi hev re Tirkiyeyeke demokratîk ava bikin.

Wekî Partiya DEMê, têkoşîna aştî û demokrasiyê her tim di navenda rojeva me ya siyasî de bûye û dê wisa jî berdewam bike. Ji destpêka Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve, me xwe gihand bi sed hezaran welatiyên xwe. Me li seranserê Tirkiyeyê, ji Deryaya Spî heta Deryaya Reş, ji Edîrneyê heta Wanê, ji Colemêrgê heta Îzmîrê bi hezaran civîn li dar xistin.Ji roja ewil ve, armanca me her tim mezinkirina pêvajoya aştiyê û hêviya aştiyê bû.

Ev gava dawî berpirsiyariyên nû tîne ji bo kûrkirina aştiya civakî û xurtkirina siyaseta demokratîk. Em ê bi hemû hêza xwe ji bo avakirina aştiyeke mayînde bixebitin. Em dizanin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo pêşeroja demokratîk a Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşketina herî hêja ye. Serkeftina vê pêvajoyê ne tenê ji bo Kurd û Tirkan, ji bo hemû nasname, gel û baweriyên ku li Rojhilata Navîn dijîn dê bibe destkeftiyeke hevpar.

Her gava ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê avêtin, her helwestek ku ji bo aştiyê tê girtin, ji bo doza me tê wateya hêviyeke nû. Hembêzkirina vê pêvajoyê ji hêla beşên cihêreng ên civakê ve ji bo bidestxistina pêşerojeke hevpar û wekhev pir giring e. Ev ji bo her kesî berpirsyariyeke dîrokî ye.

Gavên dîrokî yên ku di sala dawî de hatine avêtin, derfetên herî mezin ji me re peyda dikin da ku em Komarê di sedsala wê ya duyemîn de demokratîk bikin

Binêrin, piştî du rojan, salvegera 102an a Komarê ye. Damezrandina Komarê bêguman pir giring û hêja bû. Lê belê, Komar ne demokratîk e. Tirkiye sed sal e ku zehmetiyan dikişîne. Di sedsala duyemîn a Komarê de, em bi erkên dîrokî re rû bi rû ne wekî pêşxistina edalet û hiqûqê, jiholêrakirina newekheviyan û tacîdarkirina Komarê bi demokrasiyê. Eger em rast şîrove bikin, gavên dîrokî yên ku di sala dawî de hatine avêtin, derfetên herî mezin ji me re peyda dikin da ku em Komarê di sedsala wê ya duyemîn de demokratîk bikin. Komareke ku tê de dadwerî serbixwe be, demokrasiya herêmî ava bibe, nasname û bawerî ji hêla dewletê ve bên destnîşankirin, ji qada tenduristiyê bigire heya perwerdehiyê, her qadek bi rêya pergaleke demokratîk were nûkirin, dê bibe komara her kesî.

Daxuyaniya dîrokî ya duh nîşana serdemeke nû ye

Sedsala çûyî her beşa civakê kemilandiye. Niha dem hatiye ku ev kemilandin bi aqilê demokratîk re were yekkirin û em bi Komareke demokratîk gav bavêjin sedsala duyemîn. Daxuyaniya dîrokî ya duh nîşana serdemeke nû ye. Yek ji têgehên sereke yên vê serdemê entegrasyona demokratîk e. Avakirina aştiyê bi nêzîkatiyeke entegrasyona demokratîk mifteya vekirina deriyê Komara Demokratîk e. Em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ketine qonaxekê ku tê de çek bêdeng bûne û pevçûn bi dawî bûne. Dema ku em vê qonaxê bi hev re temam bikin, Tirkiye dê hinekî din nêzîkî aştiyeke bi rûmet û veguherîna demokratîk bibe.

Divê kes xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne; erk û berpirsyariya avakirina aştiyê ya me hemûyan e

Em bawer dikin ku di vê qonaxa pêvajoyê de, kanalên diyalogê yên tevahî û vekirî di navbera hemû aktor û partiyên siyasî de bixebitin. Em armanc dikin ku perspektîfeke aştiya civakî bi rêya pêvajoyên ku civakê vedihewîne bi cih bînin. Ev pêvajo ne tenê pêvajoyeke siyasî ye, lê di heman demê de veguherîneke çandî û civakî ye jî. Bi hişyarî û veguherîna civakî, divê em bi hev re aştî û demokratîkbûnê xurt bikin.

Ji ber vê yekê, banga me ji bo hemû beşên civakê ev e: Divê kes xwe li derveyî vê pêvajoyê nebîne. Divê em di pozîsyona bendeqar de nemînin. Dibe ku raman û nirxandinên me ji hev cuda bin. Dibe ku rexneyên me hebin. Ev ê me xurt bikin. Lê pir giring e ku em di aştiyê de şirîk bin û vê derfeta dîrokî bi hev re bi kar bînin.

Banga me ji bo rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên li Tirkiyeyê ev e: Ji bo berpirsiyariya me ya li hember civaka Tirkiyeyê, tevî fikar û gumanan be jî hembêzkirina aştiyê pir biqîmet e.

Banga me ji bo hemû welatiyên me ev e: Aştî misogeriya Tirkiyeyeke wisa ye ku şêwazê jiyanê, raman û hilbijartinên her kesî azad in û nasname an baweriyên kesî nayên destwerdan. Têkoşîna ji bo berfirehkirina qada azadiyê û avakirina demokrasiyê, berpirsiyariya me ya hevpar e. Em dikarin û divê bi ser bikevin. Aştî îfadeya herî bilind a vê baweriyê ye, nîşana herî kûr a yekîtiyê di nirxên hevpar ên mirovahiyê de ye.

Banga me ji bo jin û dayikan ev e: Wekî kesên ku birînên herî kûr ên şer hildigirin, divê em jin bibin mîmarên sereke yên aştiyê. Dayikên ku laçikên xwe yên spî veguherandine sembolên aştiyê! Dayikên kesên ku jiyana xwe ji dest dane! Qîrîna we ya yekgirtî, hîma herî xurt a aştiyê ye.

Banga me ji bo ciwanan ev e: Wekî kesên ku berdêlên herî giran dane, em bawer dikin ku hûn ê bi dil û can aştiyê hembêz bikin. Berpirsiyariya avakirina aştiyê herî giran li ser milên we ye. Ruhê we yê dînamîk, enerjiya we û hişmendiya we ya demokratîk dê bibe hêza avakirina aştiyê û civaka demokratîk.

Banga me ji bo civaka sivîl, sendîka, rêxistinên karker û pîşeyî, hêzên demokratîk û civakên baweriyê ev e: Ev pêvajo a me hemûyan e. Erk û berpirsiyariya avakirina aştiyê a me hemûyan e. Eger hemû beşên civakê, ji kolanan bigire heta Parlamentoyê, bi awayekî xurttir beşdarî vê pêvajoyê bibin û vê pêvajoyê hembêz bikin, em dikarin bi ser bikevin. Ji ber ku, wekî ku em hemû dizanin, aştî nayê bexşkirin. Aştî bi têkoşîneke dest bi dest, mil bi mil dikare were bidestxistin.

Bila dîrok wêrekî û biryardariya me ya ji bo avakirina aştiyê binivîse

Em banga xwe ji partiyên muxalefetê, rêberan, tevgerên civakî û hêzên hevalbendên xwe re dubare dikin ku tevlî vê têkoşîna hevpar bibin. Aştî bi me nade wendakirin. Werin em bi hev re têbikoşin û piştrast bikin ku hemû gelên Tirkiyeyê bi ser dikevin. Bila dîrok wêrekî û biryardariya me ya ji bo avakirina aştiyê tomar bike.

Bangeke me jî li hikûmet û dewletê ye: Di vê qonaxa nû ya pêvajoyê de, avêtina gavên siyasî û qanûnî yên bilez ji bo pêşveçûna pêvajoyê pir giring e. Hêvî û daxwazên civakê ji desthilata cîbicîkar û Parlamentoyê ku xwediyê erka derxistina qanûndanînê ye, hene. Divê dengê civakê were bihîstin. Em careke din spasiya xwe hemû aktorên weke partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl ku beşdarî vê pêvajoyê bûne, dikin.

27 Cotmeh 2025