Hatimogullari: Pêkanîna aştiyê,  bi avakirina civaka demokratîk mimkun e

Hevseroka me ya Giştî Tulay Hatimogullari bi Rojnameya Ronahî re hevpeyvînek kir: 

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bilêv kir ku rûxmê kongreya PKK’ê û hewildanên Rêber Apo yên çareserî û demokrasiyê, ji aliyê dewletê gavên erenî nehatine avêtin û wiha got: “Çareseriya pirsgrêka Kurd û azadiya Rêber Apo demokratîkbûna Tirkiyê ye.”

Di derbarê pêvajoya piştî Banga Rêberê Gelan Rêber Abdullah Ocalan ya “Aştî û Civaka Demokratîk”  û piştî hewildanên Tevgera Azadiyê û nêzikbûnên hikûmeta Tirk derheqê pêvajoyê de, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:

Pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelan Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û heya niha dimeşe di çi astê de ye?

Derbarê vê mijarê de di nav civakê de jî fikareke berfireh heye, dibêjin pêvajo hatiye astengkirin. Lêbelê, ne rast e mirov bibêje ku pêvajo hatiye astengkirin, lê mixabin ew bi leza ku tê hêvîkirin pêşve naçe. Piştî Kongreya PKK’ê ya ji bo fesihkirina, hîn ji aliyê dewletê ve gaveke berbiçav nehatiye avêtin. Daxwazeke civakî ya xurt heye ku rojek berî rojekê ji aliyê dewletê ve gaveke berbiçav bê avêtin. Wekî Partiya DEM’ê, em hemû hewldanên xwe dikin da ku gavekê bavêjin. Me di dehan civîn û hevdîtinan de hewl da û em hîn jî hewl didin rave bikin ku divê siyaseta demokratîk di pêkanîna vê daxwazê de rolekê bilîze. Di vê gavê de, ji hêla hemû aktorên siyasî û însiyatîfên sivîl ve bendewariyên xurt tên bilêvkirin. Bendewariyên herî bilind betalkirina qanûna qeyûman, destpêkirina komîsyonê bi lez û bez, guhertinên di qanûna înfazê de û azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Avakirina desteyekê zagonî di bin parlementoyê de gaveke girîng e û niha di rojeva me de ye. Divê ev komîsyon rojek berî rojekê bê avakirin da ku tevahiya civakê bihewîne û karekî bi bandor bike.

Heya niha ji aliyê hikûmeta dewleta Tirk çi gavên berbiçav ne hatine avêtin û erkên ku dikeve li ser milê hikûmeta Tirk çi ne?

Ji banga Rêber Ocalan vir ve me hîn gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve nedîtine. Kurtasî, heke em li ser aliyên ku şer dikin behsa lihevhatinê bikin, em ji wan aliyan hêvî dikin ku gavên berbiçav biavêjin. PKK’ê ev gav bi biryara fesih û çekberdanê avêt lê dûre gavên herî bingehîn ên ku ji dewletê dihatin hêvîkirin nehatin avêtin. Weke mînak; divê li gor qanûnên xwe tevbigere, ango biryarên DMME û Dadgeha Destûrî bi cih bîne û tavilê girtiyên dozên Kobanî û Geziyê bên berdan. Divê pergala qeyûman bê bidawîkirin û şaredarên hilbijartî vegerin ser erkên xwe, divê desteserkirina mafên girtiyan bi dawî bibe (şewitandina înfazê), divê rêziknameya înfazê ya ku hemû girtî li benda wê ne bê çêkirin, divê komîsyoneke bandorker di bin banê parlamentoyê de bê avakirin ku nûnertiya hemû pêkhateyên civakê bike û destûrdar be…

Piştî banga Rêber Apo PKK’ê  kongreya xwe li dar xist û ji aliyê gelek derdor û saziyên navnetewî ve jî ev pêvajo erênî hat nirxandin. Erkên ku dikeve li ser milê raya giştî çi ne?

Banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de diyar kir ne bangeke wisa bû ku tenê li ser pirsgirêka Kurd hat avakirin. Her çend me diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya lihevhatinê mimkun e jî, me israr kir ku ev tenê bi rêya demokratîkbûnê mimkun e. Bi gotineke din, ev pêvajoyek e ku hemû dînamîkên civakê dihewîne. Avakirina aştiyê jî dikare bi avakirina civakeke demokratîk re paralel pêk were. Ji ber vê yekê, di civakîkirina aştiyê de berpirsyariya hemû gel, rêxistinên civaka sivîl, hemû kirdeyên siyasî, hemû jin û hwd. heye. Ev berpirsiyariyeke gelekî cidî ye. Ez dixwazim diyar bikim ku avakirina zimanê aştiyê dê nîşaneya niyet û vîna tevahiya civakê be. Ji bilî van hemû kirdeyên ku me behs kirin, ne tenê gelê Kurd, divê Tirk, Ereb, Ermenî, Çerkes, Asûrî û hemû gelên kevnar ên van axan jî dengê xwe ji bo aştî û çareseriyeke demokratîk bilind bikin. Divê êdî tenê wek temaşevan nebin, divê wekî kirdeyên çalak di pêşvebirina pêvajoyê de rolekê bigirin ser xwe.

Weke me her tim gotiye; wekî Partiya DEMê, em amade ne ku hemû berpirsyariyan bigirin ser milê xwe da ku ev pêvajo li ser bingeha demokratîkbûn, hemwelatîbûna wekhev û aştiyê pêşve biçe. Heke em dixwazin siberoja hevpar a gelên Tirkiyeyê ava bikin; divê em wekî hemû rehên civakê rola xwe bilîzin da ku rê li ber vê pêvajoyê vekin. Herwiha dixwazim vê jî lê zêde bikim, aştiya ku dê li Tirkiyeyê bê damezrandin dê bandoreke erênî li ser tevahiya Rojhilata Navîn bike. Gavên ku dê ji bo demokratîkbûnê bên avêtin dê bandorên erênî li ser Sûriyeyê jî bikin. Erka me ye ku em ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo tevahiya herêma xwe civakîbûna aştiyê misoger bikin.

Ev hevdîtinên li gel wezîrê dadê ye Tirk û serokê parlementa Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş ti encam derket di mijara girtiyên siyasî û rewşa Rêber Apo çawa bê destgirtin?

Ji destpêka pêvajoyê ve, gelek civîn bi berpirsên peywendîdar re çêbûn. Bi saya van hemû civînên ku me wekî Partiya DEM’ê li dar xistin, di warê bingeha goftûgo de pêşketineke pir giring çêbû. Goftûgoyên ku tên kirin, berdewam bi xwe encamek erênî ye. Em ê encamên berbiçav ên van civînan bibînin dema ku pêvajo pêşve diçe. Pêşveçûna herî girîng ew e ku hin girtiyên siyasî şandin cem Rêber Ocalan ku ew dikare bi rêk û pêk bi wan re bixebite. Rêber Ocalan bi komeke xebatê ya li Îmraliyê bi baldariyeke giran xebata xwe didomîne.

29 Hezîran 2025