Peyama Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed a Newrozê:
Gelê Kurd ê hêja, gelê Kurd ê birûmet, cejna we pîroz be. Ji Qamişlo heya Amedê, heya Hewlêrê, heya Mehabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be.
Me li Rojavayê Kurdistanê salên şoreşê yên pir giran derbas kirin. Gelek destkeftiyên mezin bi têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi destek û piştgiriya hêja a ji gelê me ji her deverê Kurdistanû çêbû. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Em bi hêvî bûn ku di astên bilind de van serkeftinên ku me bi dest xistine em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin. Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin. Cardin di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena xwe ne. Me ji her parçeyên Kurdistanê gelê xwe li pişt xwe, li kêleka xwe dîtin. Ji bo vê piştgiriyê em we hemûyan cardin silav dikin.
Di sala 2026an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xelasiyê, bû roja nû ji bo tevahî gelên Mezopotamyayê îro cardin di vê salê de em dibêjin Newroza 2026an dê bibe Newrozeke nû ji bo tevahiya gelê Kurd. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê, pêvajoya çareseriya siyasî a demokratîk ya ku dest pê kiriye em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo dê bibe pêvajoyeke çareserkirineke siyasî ya mafê gelê Kurd li Tirkiyeyê.
Li Rojhilata Kurdistanê cardin pêvajoyeke nû heye. Li beramber rejîma ku bi salan e Kurd birine darvekirinê êdî dema wê jî bi dawî dibe. Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem serdema tifaq û yekîtiya gelê Kurd e.
Li Başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyan, parastina şoreşa ku li wê derê hatibû lidarxistin cardin erka gelê Kurd tevahî ye.
Ji bo vê, parçeyê herî mezin li Kurdistanê Bakur e. Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de bi qasî ku Kurd ji hevdu re piştgir bin, bi qasî ku ji hevdu re bihêz bin dê dîrok careke din were nivîsandin, dê careke din li beramber hemû sîstemên ku bi salan e Kurd bêmaf hiştine mafê Kurdan çewisandine, bêîrade kirine, derveyî sîstemê hiştine êdî li beramberî wê dê bibe xwedî hêz û îrade. Baweriya me heye ku bi rexmî hemû zor û zehmetiyan û dijmeriya ku li bermaberî Kurdan çêdibe ew hişmendî, ew îrade Kurd dê careke din nîşan bidin. Nîşan jî didin. Pratîka wê heye. Rojane gav bi gav zanista Kurdan, îradebûn û bihêzbêna wê derdikeve holê.
Ji bo civaka Kurdistanê, bi temamî gelên ku li ser axa Kurdistanê dijîn avakirin dibe merheleya herî zehmet a şoreşê. Em li Rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî di van merheleyên de ne. Li aliyekî şoreşkirin e li aliyekî avakirin e. Di merheleya avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Vê xwe hem di dîrokê de jî diyar kiriye, di roja me ya îro de jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bo vê biqasî ku jin, ciwan hem xwedî ked in, hem xwedî fedakariyê ne, ew ê di avakirinê de jî bibin xwedî rol.
Li ser vî esasî bi qasî ku li Bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çarederiya siyasî li pêş dikeve, ewqasî jî li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşeroja Kurdan dibe garantî. Hêza Kurdan li Bakur hêza hêzeke mezin e. Gava ku bikeve hereketê wek lehiyê diherike. Ji bo vê tevlîbûna vê pêngavê dê aştî û demokrasiyê bigihîne serkeftinê.
Li ser vî esasî fedakarî û keda ku Rêber Apo heya niha daye û dide jî em bi germahî jidil silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, pêngava siyasî dest pê bike, bizagon bibe divê hemû derfet û îmkan bikevin xizmetê. Em we cardin silav dikin. Newroza we pîroz dikin. Û em bawer in salên pêşerojê salên hebûna Kurdan e, salên misogerkirina maf û serweriya Kurdan e. Di vê çarçoveyê de di nav aramî û xweşiyê de, di nav aştiyê de ji bo ku hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî pîroz dikin. Cejna hemû dayikan, jinan, ciwanan pîroz dikin.
Îlham Ehmed
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
21 Adar 2026
