
Peyama ku Birêz Ocalan ji bo Sirri Sureyya Onder şand:
Wefata Sirri Sureyya Onderê hêja dilê me gelekî xemgîn kir. Ew mirovekî pir bi qîmet bû, kurê heqîqî yê gel bû. Kevneşopiya Anatolyayê û Tirkmenan lawekî xwe yê mezin winda kir, hemû civak û gelên erdnîgariya me rêhevalekî xwe yê mezin winda kir. Ez ji bîranîna wî re rêz û hurmeteke mezin digirim. Wî di 27ê Sibatê de, di hevdîtina me ya dawî de, hevoka dawî ya ku me li bangê zêde kiribû bi destê xwe nivîsandibû û xwestibû ew bi xwe bixwîne. Ji bo bihevrejiyana aştiyane xwedî ked û xebatê bû ku nayê jibîrkirin. Ew mirovekî gelekî jêhatî bû ku hemû neyînî vediguherand awayê pozîtîf. Ew nasnameya heqîqî ya aştiyê û çanda aştiyê bû.
Wî pir baş dizanî ku aştî û pêvajoya aştiyê dê bi me hemûyan bide qezenckirin û ev yek daxwaz û xeyala wî ya herî mezin bû. Ev hêvî divê tu car neyê nîvcohiştin. Ji bo me hemûyan ya giring ew e ku em vî ruhî bigihînin aştiyê û bi navê Sirri Sureyya Onder tacîdar bikin.
Ez careke din girêdana xwe ya bi bîranina wî re diyar dikim, sersaxiyê li malbat, hezkirî, dost û hevalên wî û li gelê me dikim.
Serê me hemûyan sax be.
Abdullah Ocalan
3yê Gulana 2025an