Ji bo ku aqubeta jin û zarokên Êzidî yên winda bê zelalkirin, ji bo darizandina sûcdaran û ji bo statuya Şengalê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin

Daxuyaniya Meclisa Jinan:

Em jiyana nû ya ku bi pêşengiya jinan, li Şengalê li dijî Fermana 74an hatiye avakirin silav dikin. Civaka Êzidî heta îro rastî gelek êrişên qirkirinê yên hêzên serdest hatiye. Fermana 74an ya ku di 3yê Tebaxa 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hat pêkanîn, êrişeke qirkirinê bû û armanca dikir ku Şengalê û gelê Êzidî qir bike û ji holê rake.

Di vê qirkirinê de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Bi taybetî jî jinên Êzidî hatin hedefgirtin. Bi hezaran jin li bazarên koleyan hatin firotin, hatin kuştin, hatin windakirin. Di salvegera 12emîn a vê qirkirinê de, em kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Ji bo maf û jiyana bi hezaran jinên ku aqûbeta wan hîn jî ne diyar e, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin û bidomînin. Em hêzên ku bi rêbazên cuda dixwazin vê qirkirinê bidomînin hişyar dikin: Hûn ê li hember têkoşîna bi biryar a gelê Êzidî û jinên Êzidî têk biçin.

Dîroka Êzidiyan dîroka man û nemanê û dîroka berxwedanê ye. Têkoşîna jinên Êzidî ya li dijî çeteyên DAIŞê di heman demê de têkoşîna azadiyê ya li dijî mêrperestiyê, kedxwariyê û tundûtûjiyê ye. Jiyana nû ya ku li Şengalê bi pêşengiya jinan hatiye avakirin, nîşandana herî xurt a berxwedanê ye, îradeya avakirina siberojeke wekhev û azad e û israra jiyana demokratîk e.

Di salvegera 12emîn a qirkirinê de, em piştgiriyê didin kampanyaya navneteweyî ya ku ji hêla jinên Êzidî ve bi dirûşmeya “Ji bo Edalet û Azadiyê - Bibin Dengê Girtiyên Fermanê” hatiye destpêkirin. Em daxwazên kampanyayê dipejirînin û em ê hevgirtina xwe berfireh bikin.

Ji bo ku aqubeta jin û zarokên Êzidî yên winda bê zelalkirin, ji bo darizandina sûcdaran û ji bo misogerkirina statuya Şengalê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Em careke din bang dikin; divê 3yê Tebaxê wekî “Roja Çalakiya li dijî Kuştina Jinan û Jenosîdê ya Navneteweyî” bê qebûlkirin.

Meclisa Jinan a Partiya DEMê

3 Tebax 2026