Daxuyaniya Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê:
Me wekî Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê, di 2yê Tebaxa 2026an de bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de Birêz Ocalan li ser pêvajoya heyî, xebatên ku tên meşandin û berpirsiyariyên dîrokî yên dema pêş de nirxandinên xwe kirin. Wî peyamên ku dixwaze ji raya giştî re bên ragihandin jî dan heyetê.
Peyamên Birêz Ocalan ev in:
“Rêya hezar kîlometreyan bi gavêkê dest pê dike
“Em bi vê qanûnê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke dîrokî dest bi meşa dirêj dikin û dikevin rê. Em di destpêka pêvajoyeke demokratîkbûnê de ne ku qasî avakirina Komarê girîng e.
“Çawa ku di avakirina Komarê de ked û fedekariyeke mezin hate nîşandan, niha jî ji bo komara demokratîk pêwîst e em bi heman cidîyetê bixebitin.
“Ev ne tenê ji bo gelê Kurd an jî bo beşeke civakê ye. Ev ji bo her kesê li ser vê axê dijî pêwîstiyek e. Gava ku were avêtin, dê li çarenûsa welat û herêmê bandor bike. Ew ê rê li ber pêşketina hiqûqa demokratîk û mezinbûna derfetên aborî veke. Ev xizmeteke mezin e ji bo 86 milyon kesî.
“Em ê bi rêxistiniya civakê derketineke dîrokî bikin. Ev gav dê ji bo aştî û aboriyê alîkariyeke mezin bi xwe re bîne.
“Hêj her tişt nehatiye çareserkirin. Lê rewşek ku nêzîkbûna neyînî bixwaze jî tune ye. Ya girîng ew e ku ev gav rast were têgihiştin û her kes ji bo serkeftina pêvajoyê berpirsiyarî bigire ser xwe.
Qanûna ku siyaset dê wê derxe, mifteyek e ku rêya vê pêvajoyê veke. Bi vê gavê re deriyê komara Demokratîk heta dawiyê vedibe.”
Ji bo raya giştî bi rêzdarî.
Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê
3 Tebax 2026
