Ji Meclisa Ciwanan kampanyaya rêxistinbûnê

Endamên Birêz ên Çapemeniyê û Raya Giştî,

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Ocalan a di 27ê Sibatê de, em pêvajoyekê pêşwazî dikin ku bûyerên girîng ên li ser Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê diqewimin, em bi heyecan, coş, hêvî û berpirsyariyê û kelegerma serdema nû bi hestên şoreşgerî û welatparêzî dijîn. Piştî banga 27ê Sibatê bi milyonan jinên ciwan ên di 8ê Adarê de û di 21ê Adarê de bi pêşengiya jin û ciwananan qada tije kirin bi rengekî ku cihê guman û nîqaşan nehêle, bi awayekî zelal piştgiriya xwe ya ji bo bangê û muxatabîya Birêz Ocalan ragihandin.

Di Meşa Amarayê ya navbera 1-4ê Nîsanê de, enerjiya ciwanan ku qadan tije kir, veguherî herikîna fîzîkî, şoreşgerî û welatparêzî. Ciwan ji Amedê ber bi Amarayê ve herikîn û tiştên ku bi salan nehatiye dest xistin pêk anîn. Dayik, jin û ciwanên ku li her bajarê ku meş tê re derbas bû bi  kelecanek mezin li benda wê bûn û bi hembêzkirinê ew pêşwazî kirin. Meş hêviyên heyî yên ji bo jiyaneke bi rûmet derxist asta herî pêş.

Her kesê ku bû şahidê vejîna ciwanên Bakur bi hestên vê şiyarbûnê tijî bû, dîsa kirdebûyîna xwe ya şoreşgerî bi bîr anî û gavekê nêzîktir germahiya jiyana bi rûmet û azad bû.

Bi Meşa Amarayê re, ciwanên Tirkiye û Kurdistanê mil bi mil meşiyan û ji hemû dost û dijminan re ragihandin ku ew di şoreşa welatekê demokratîk de israr dikin. Da zanîn ku jin û ciwan wê pêşengiya jiyana hevpar a gelan bikin û heta ku gel bigihêjin konfederalîzma Rojhilata Navîn a demokratîk wê ev meş bidome.

Vê meşê bi awayekî zelal nîşan da ku hemû amûrên rejîma şerê taybet a ku bi salan e li Kurdistanê hewl dide bimeşîne û dixwaze ciwanan tine bike, bêfonksîyone. Tevî hemû êrîş, sixurtî, binçavkirin û girtinan jî ciwanan di têkoşîna xwe de gavekê jî paş ve neavêtin û ji Amedê heta Amarayê di her pêngavê de rejîma şerê taybet bin pê kirin û bin ax kirin.

Birêz Öcalan jî bi peyama xwe ya ji bo vê meşa bi heybet a Amara ku gihiştiye wateyeke bilind a siyasî û dîrokî û ev meşa ku bi navê meşa ber bi azadiyê ve bi nav kir û silav kir. Di peyama ku ciwana re şand de bal kişand ser girîngiya ku daye sosyalîzm, civak û rêxistinbûnê û pêwîstî û erkên şoreşgerî yên vê serdemê rêz kir. Bi hişmendiya ku sosyalîzm bi civakbûn û civakîbûn jî bi rêxistinbûnê pêkan e, em  li ser xebata xwe ya di dema pêş de didin dest pê kirin. Enerjiya ku ji 27ê Sibatê heta 8ê Adarê, ji 8ê Adarê heta Newrozê û ji Newrozê heta Amarayê herikî bi rêxistinbûn, bi rêxistinkirin, civakîbûn û sosyalîzmê ve bigihijînin wateya xwe.

Her kêliya ku em îro dijîn, dengvedana kûr a xaçerêya dîrokî, berxwedaneke mezin û têkoşîna azadiyê ya gelan e. Zincîrên ku bi sedsalan di navbera gelên Rojhilata Navîn de hatine girêdan, niha li ber şikandinê ne. Li vê erdnîgariyê fikra azadiyê û xeyala gel a jiyana wekhev û hevpar koka xwe ji rastiya berxwedanê digire.

Dema ku êrîşên îmhayê yên modernîteya kapîtalîst hewl dide gelê me di warê çandî, civakî û siyasî de tine bike, em jiyana xwe ya alternatîf bi hêza xwe ya cevhewrî ava dikin. Ev pêvajoyek avakirinê ye. Ev pêvajo şênberkirina heqîqeteke ku li ser bingeha azadiya jinê, jiyana ekolojîk û civaka demokratîk bilind dibe.

Ji ber vê yekê îradeya nû ya jiyanê ya li van xakan mezin dibe, ne tenê helwesteke siyasî, vejîneke çandî û ji nû ve zayîna civakî ye. Li her kolanê, li her taxê, li her malê; Em ji bo xurtkirina hevgirtina gelên qedîm û xeta jiyanê ya nû ya di pêşengiya jinan de hatiye pêşxistin li vir in. Em dizanin ku ev têkoşîn ne tenê ji bo parçeyekê ye; ev têkoşîna hevpar a her kesê edalet, azadî û wekheviyê dixwaze ye.

Di vê çarçoveyê de bi hemû hestên berpirsyariya xwe ya şoreşgerî û welatparêzî em weke Meclisa Ciwanên Partiya Demê kampanyaya xwe ya “Em Di Jiyana Sosyalîst da Israr Dikin Bi Rêbertiya Azad Birêxistin Dibin” îlan dikin. Di çarçoveya vê kampanyayê de armanca me ya sereke ew e ku li hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo bidestxistina civak û sosyalîzmê dest bi xebatên rêxistinî li her derê bikin û xeta xwe ya birdozî û çalakbûnê berfireh bikin. Di çarçoveya vê kampanyayê de em ê li bajaran hevdîtîn, civîn, konferans û atolyeyên perwerdeyê yên ciwanan li dar bixin û enerjiya ku tê avakirin veguherînin rêxistinbûyinê!

Kampanyaya me wê piştê îro li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê bi çalakî û plansaziyan dest pê bike. Kampanyaya me wê bibe destpêkek girîng ji bo gihiştina civaka demokratîk a rêxistinkirî. Em bang li hemû ciwanên şoreşger û welatparêz ên Tirkiye û Kurdistanê dikin ku werin ji bo azadiya jiyana sosyalîst beşdarî kampanya me bibin!

Meclisa Ciwanan a Partiya DEMê

25 Nîsan 2025