Qetilkirina Sîpan Hiznî û êrişa li ser girtîgehê provokasyoneke eşkere ye

Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî:

Em qetilkirina Sîpan Hiznî yê ku di Lîwaya Hesekê de dixebitî û êrişa ku bû sedema mirina girtiyên li Zindana Kobaniyê, şermezar dikin. Em ji ber van windahiyên êşbar pir xemgîn in. Em sersaxiyê li malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û li gelê Rojava dikin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin.

Sîpan Hiznî di qonaxeke hesas a pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê de hat qetilkirin. Ev qetilkirin û awayê êrişa li ser girtîgehê, provokasyoneke eşkere ye.

Qetilkirina Sîpan Hiznî û êrişa li ser Girtîgeha Kobaniyê divê bi hûrgilî bên lêkolînkirin. Divê demildest sedema mirinan bê eşkerekirin, bêyî tu ciyawaziya meqam û rutbeyê divê berpirsyar bên tesbîtkirin.

Em bawer dikin ku vekişîna hêzên ewlehiyê yên ji Helebê ber bi Kobaniyê ve hatine bicihkirin, dê pêşî li zêdebûna rageşiyê bigire. Divê rejîma Şamê xwe ji desttêwerdanên ku rewşê hîn bêtir aloz dikin dûr bigire. Divê berteka demokratîk a gelê Rojava bi êrişan neyê bersivandin; divê nêzîkatiyek were pejirandin ku rageşiya civakî kêm bike, ne ku zêde bike.

Di qonaxeke ewqas nazik a pêvajoyê de, her bûyerek dikare bibe zemînek ji bo provokasyonan. Berpirsyariya hevpar a her kesî ye ku pêşî li çêbûna zemîneke wisa bigire.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEMê
12 Îlon 2026