Rizgarkirina Kobanî rizgariya jinan e!

Daxuyaniya Meclîsa me ya Jinan: 

Em berxwedana destanî ya Kobaniyê, ku bi pêşengiya jinan li dijî çeteyên DAIŞ'ê pêk hat, di salvegera 11'an de silav dikin. Careke din em dibêjin: Kobanî neketiye û wê nekeve.

26ê Çileya 2015an, roja rizgarkirina Kobaniyê, di heman demê de roja geşbûna jiyana azad û wekhev e. Ew roj li hemberî têkoşîna rizgariya jinan têkçûna zihniyeta DAIŞê ye, ku bi zihniyeta xwe ya serdestiya mêran jin hedef digirtin û li bazarên koleyan difirotin.

Di wê rojê de, têkoşîna jinên ku li bajarê Kobaniyê li dijî çeteyên ku ji çar aliyan ve bajar dorpêç kiribûn û dixwestin îdeolojiya xwe ya tarî belav bikin û li dijî hêzên emperyalîst ên ku piştgirî didan van çeteyan, li ber xwe dan, bû bingeha Şoreşa Rojava.

Kobanî sembolek e ku nîşan dide ka çawa bajarekî bi paradîgmayek demokratîk, ekolojîk û rizgariya jinan ku ji aliyê çeteyan ve hatiye hedefgirtin û wêrankirin, dikare ji nû ve geş bibe. Ew navê wî cihî ye ku bi saya hevgirtina jinên navneteweyî destkeftiyên hatine bidestxistin nişan dide.

Ev jiyana ku bi pêşengiya jinên Kobanî û Rojava hatiye avakirin, yên ku van destkeftiyan diyariyê jinên çar aliyê cîhanê kirine, careke din ji aliyê heman zîhniyetê ve hatiye hedefgirtin.

Ew kesên ku duh li Kobaniyê bi îradeya jinan di bin navê DAIŞ'ê de têk çûn, îro hewl didin bi dorpêçkirina Kobaniyê di bin navê HTŞ'ê de Şoreşa Rojava bifetisînin. Îşkencekirina cenazeyên şervanên jin ên ku li dijî vê zîhniyetê li ber xwe didin, birîn û servîskirina porê wan, nîşaneyên bêtehamuliya li hember jiyana azad û wekhev a ku di bin pêşengiya jinan de li Rojava hatiye avakirin e.

Bila were zanîn ku êşa ku li Kobaniyê û Rojava li jinan hat kişandin, her wiha îradeya jinan a ku ev êş têk bir, di bîra me de zindî maye. Em ê nehêlin ku ev zilm Şoreşa Jinên Rojava bifetisîne. Em ê hevgirtina xwe bi bawerî û biryardariya jinên ku pêşengiya berxwedana Kobanî kirin xurt bikin.

Bi mezinkirina têkoşîna jinan a navneteweyî, em ê nehêlin ku Kobanî bikeve. Em berxwedana Kobaniyê silav dikin û dibêjin ku îradeya jinên ku 11 sal berê li dijî hewla komkujiyê ya li Kobaniyê şer kirin û destkeftiyên wan têkoşîna me ronî dikin, îradeya me ye.

Meclisa Jinan a Partiya DEMê
26 Çile 2026