Peyama sala nû ya Birêz Abdullah Ocalan:
Dema ku em dikevin saleke nû, em neçar in ku dîsa bîr bînin ku di sedsala borî de, neteweperestiya ku bi êrîşên emperyalîst re tevlihev pêş ketiye, çawa Rojhilata Navîn xistiye nav nakokiyên kûr, wêrankirinan û şikestinên civakî yên giran. Îro hemû mezhebperestî û neteweperestiyên etnîkî yên li herêmê, kokên xwe ji vê dîroka nêz û bi êş digirin. Mixabin, stratejiya “parçe bike, rêve bibe û tehrîk bike” ya pergala hegemonîk, bi awayên cuda berdewam dibe.
Ji ber vê yekê, tevî zehmetiyan jî, perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku me pêş xistiye, ne tenê vebijarkek e, lê belê daxwazeke dîrokî ye ku li pêşberî me ye. Ger ev perspektîf bi awayekî rast û têgihîştî were nirxandin, ew dikare bibe panzehîrek li dijî nakokiyên nû, dikare jiyana gelan bi hev re, wekhev û azad bike. Di heyama pêş de berpirsiyariya me ya sereke ew e ku em rê li pêşiya nakokiyeke nû ya di demek kurt de derkeve bigrin û encamên ku neyên telafîkirin asteng bikin.
Krizên kûr û nakokiyên siyasî yên li Rojhilata Navîn, encama bêdawîbûn û xetimîna têgîna dewletperestiya despotîk û desthilatdar a ku bi hezaran salan e domya ye.
Çareseriya pirsgirêka Kurdî ya ku di navenda van krîzan de ye, tenê bi aştiya civakî û lihevhatina demokratîk pêkan e. Divê pirsgirêk ne bi şer, ne bi çek, ne bi rêbazên leşkerî û ewlekariyê, lê belê li ser bingeha îradeya gelan li ser zemînek demokratîk were çareserkirin. Ev yek girîngiyeke jiyanî ye.
Divê em ji bîr nekin ku bêyî azadiya jinê azadbûna civakê ne mimkûn e. Heta zihniyeta mêrperestiyê neyê hilweşandin, çanda şer bi dawî nabe, aştiya mayînde nayê avakirin. Ji ber vê yekê ez azadiya jinê wekî prensîba bingehîn û nabe ku were terxankirin a civaka demokratîk digirim dest.
Tabloya kaotîk a li Sûriyê jî îşareteke eşkere ya hewcedariya demokratîkbûnê ye. Têgîna rêveberiya yekalî, zordar û înkarkirina nasnameyan a bi salan; daxwaza azadî û wekheviya Kurd, Ereb, Elewî û hemû gelan hîn xurtir kiriye. Di çarçoveya Mutabakata 10’ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (SDG) û rêveberiya Şamê de, daxwaza bingehîn ew e ku gel bi xwe xwe bi rê ve bibin û modelek siyasî ya demokratîk ava bikin. Ev nêzîkatî, zemînek entegrasyona demokratîk a ku bi navendî re were muzakerekirin jî di hundirê xwe de dihewîne. Pêkanîna Mutabakata 10’ê Adarê, dê pêvajoyê aram bike û bilezîne.
Di vê pêvajoyê de rola Tirkiyê ya hêsankirin, avaker û vekirî ji bo diyalogê girîngiyeke jiyanî heye. Ev hem ji bo aştiya herêmî, hem jî ji bo xurtkirina aştiya hundirîn a Tirkiyê xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Dîroka nûjen a Rojhilata Navîn, bi piranî dîroka “şoreşên neyînî” ye. Şer, zordarî, înkar û wêrankirin… Li hemberî vê yekê, em pêşniyara “şoreşa erênî” dikin. Yanî avakirina nû ya civakê bi rêbazên demokratîk, aştiyane û exlaqî-siyasî. Aştiya ku em bi israr diparêzin, ne tenê encamek e, divê bibe destpêkek nû. Û têkoşîna maf, hiqûq û demokratîkbûnê ya di nava aştiyê de dê nefret, dijberî û hêrsê ji holê rake û dê deriyê jiyaneke nû ji bo her kesî vebike.
Bi vê hişmendiyê, ez dixwazim ku sala nû ne sala şer, wêrankirin û cudabûnê, lê sala lihevhatina demokratîk, aştiyê û îradeya avakirina pêşeroja hevpar a gelan be.
Ez temennî dikim ku sala nû ji bo Tirkiyê, Rojhilata Navîn û Cîhanê deriyê aştiyê, azadiyê û pêşerojeke demokratîk veke; ez sala nû ya hemû gelan, bi taybetî gelên têkoşer û hemû dostan pîroz dikim.
Ez daxwaz dikim ku sala nû ji hemû gelên me re aştiyê û jiyaneke bi rûmet bîne, evîn û silavên xwe ji we re dişînim.
Ev dem dê bibe dema ku bi azadiya jinê xurt bibe, gel bi nirxên demokratîk di nava aştiyê de bibin yek.
Abdullah ÖCALAN
Îmralî
30’ê Kanûnê 2025
