Daxuyaniya Meclisa Jinan:
Şoreşa Jinan a Rojava li ser paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan ava bû û ev 14 sal in ji bo têkoşîna me çavkaniya îlhamê ye.
19ê Tîrmeha 2012an roja Şoreşa Rojava sembola destpêkirina şoreşê ye, destkeftiyeke dîrokî ya têkoşîna azadiya jinan e ku li dijî zihniyeta mêrperest hat meşandin.
Jiyana nû ya ku havênê xwe ji têkoşîna wekhevî û azadiya jinan wergirt û li Rojava hat avakirin, bi têkoşîna bênavber a 14 salan, nîşan da ku ev şoreş şoreşa hemû jinên cîhanê ye.
Şoreşa Rojava; bi avakirina jiyana azad û wekhev, bi gundên jinan, bi komunên xwe, bi rêgeza hevserokatî û temsîliyeta wekhev û bi civakên ku tê de jinên ji nasnameyên cuda hatine cem hev, mezinkirina şoreşa jinan berdewam dike.
Li dijî çeteyên DAIŞê û şopdarên wan ên ku destkeftiyên şoreşê dikin hedefên êrişên xwe, wekî duh îro jî bersiva herî xurt ji aliyê têkoşîna jinan a navneteweyî ve, ji aliyê jinên ku li dora Şoreşa Rojava bûne yek, tê dayîn.
Tevî şert û mercên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê, em têkoşîna jinên Rojavayî yên ku destkeftiyên şoreşê diparêzin û xebatên xwe bi armanca civakeke demokratîk didomînin, silav dikin.
Bijî Şoreşa Jinên Rojava!
Bijî Têkoşîna Jinan a Navneteweyî!
Meclisa Jinan a Partiya DEMê
19 Tîrmeh 2026
