Siyasi liderlerin Amed Newrozuna gönderdiği mesajlar

“Özgürlük ve Demokrasi Newrozu / Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” şiarıyla Amed'de kutlanan Newroz’a siyasi parti liderleri mesaj gönderdi. Mesajlarda şu ifadeler yer aldı:

CHP Genel Başkanı Özgür Özel’in mesajı: 

Kıymetli kardeşlerim, değerli dostlarım, 

Bir ağacın yeniden yeşeren yaprakları gibi, yeniden doğuşun ve dirilişin hayat bulduğu bugünde hep beraber Newroz’u kutluyoruz. Bugün yakılan her ateşte, durulan her halayda, tutulan her elde; dünün acılarını unutmadan, yarının umudunu kalplerimizde yeşertiyoruz. Direnmekten değil ama çatışmalardan, düşmanlaştırmalardan, ötekileştirmelerden yorulmuş olan halkımızın üstündeki kara kışın yükünü atmak için artık tek çare barıştır.

Geçen yıl bu alana gönderdiğim mesajda, “Bir yandan zalim Dehak’larla mücadele ederken, bir yandan baharın müjdecisi Newroz’u kutluyoruz” demiştim. Çünkü Newroz, çetin kışın bittiğinin ve zalimin yenildiğinin müjdecisidir. Elbette zalim zulmünden vazgeçmez, geçmeyecektir. Ama biz bir arada durdukça, barışa ve adalete sıkı sıkı sarıldıkça, zalimin kaderi mutlak yenilgidir. Bu yılın Newroz’u Ramazan Bayramı ile birleşmiştir. Ramazan orucu, komşusu açken tok yatmayı reddeden bir inancın ifadesidir. Komşusu ağlarken gülen, kardeşi zulüm ve bombardıman altındayken mutluluk naraları atanlar bu irfana sahip değildir. Suriye’deki Kürtlerin gözyaşına gülen, acısına sevinenler de bizden değildir. Cumhuriyet Halk Partisi şiddetin karşısında, çözümün ve barışın yanındadır. Kürtleri ve Türkleri birbirine kırdırmaya niyet eden anlayışın bizim nazarımızda hükmü yoktur. Bilin ki; kendi siyasi menfaati için, bu milleti bölen, kutuplaştıran, düşmanlaştıran kim varsa o sizden değil, zalim Dehak’lardan yanadır. 1 yıl önce, 19 Mart 2025’te yapılan sivil darbe yalnızca CHP’ye karşı yapılmamıştır. Bu ülkenin barışı ve çok partili demokratik sistemi hedef alınmıştır. Bu darbeyle; Kürtlerin belediye meclislerinde kendi kimlikleriyle temsil edilmelerini suç sayan Kent Uzlaşısı davaları hala sürmekte, kayyım uygulamaları hala devam ettirilmektedir. Cumhuriyet Halk Partisi; eşitliğin, adaletin ve çok partili siyasi rekabetin sonuna kadar yanında durmaya devam edecek, Kürtlerin barış umutlarının siyasi pazarlık konusu yapılarak heba edilmesine de asla izin vermeyecektir. Eşitlik içinde, onurlu yurttaşlar olarak bu ülkede hep beraber yaşayacağız! Bizim baharımız, bizim Newroz’umuz budur! Kurtuluş yok tek başına ya hep beraber ya hiçbirimiz! Newroz pîroz be!

 

DEVA Partisi Genel Başkanı Ali Babacan’ın mesajı: 

Nevruz, Mezopotamya’dan Orta Asya’ya uzanan geniş bir coğrafyada; baharı, yenilenmeyi ve umudu müjdeler. Nevruz, birlik, dayanışma ve barış içinde yaşama arzusunun güçlü bir sembolüdür. Bizler; adaletin, eşitliğin, demokrasinin, özgürlüğün ve toplumsal huzurun hâkim olduğu; gençlerimizin geleceğe umutla baktığı bir Türkiye için birlikte çalışmaya devam edeceğiz. Bu duygularla, alanı dolduran Diyarbakırlı hemşehrilerimizin şahsında Nevruz’u kutlayan tüm vatandaşlarımızın bayramını tebrik ediyorum. Ülkemize ve tüm dünyaya sağlık, barış ve huzur diliyorum. Cejna Newroz pîroz be.

 

Kuzey ve Doğu Suriye Özerk Yönetim Dış İlişkiler Dairesi Eşbaşkanı İlham Ahmed’in mesajı: 

Gelê Kurd ê hêja, gelê Kurd ê birûmet, cejna we pîroz be. Ji Qamişlo heya Amedê, heya Hewlêrê, heya Mehabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. 

Me li Rojavayê Kurdistanê salên şoreşê yên pir giran derbas kirin. Gelek destkeftiyên mezin bi têkoşîna gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi destek û piştgiriya hêja a ji gelê me ji her deverê Kurdistanû çêbû. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Em bi hêvî bûn ku di astên bilind de van serkeftinên ku me bi dest xistine em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin. Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin. Cardin di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena xwe ne. Me ji her parçeyên Kurdistanê gelê xwe li pişt xwe, li kêleka xwe dîtin. Ji bo vê piştgiriyê em we hemûyan cardin silav dikin. 

Di sala 2026an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xelasiyê, bû roja nû ji bo tevahî gelên Mezopotamyayê îro cardin di vê salê de em dibêjin Newroza 2026an dê bibe Newrozeke nû ji bo tevahiya gelê Kurd. Li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê, pêvajoya çareseriya siyasî a demokratîk ya ku dest pê kiriye em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajo dê bibe pêvajoyeke çareserkirineke siyasî ya mafê gelê Kurd li Tirkiyeyê. Li Rojhilata Kurdistanê cardin pêvajoyeke nû heye. Li beramber rejîma ku bi salan e Kurd birine darvekirinê êdî dema wê jî bi dawî dibe. Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem serdema tifaq û yekîtiya gelê Kurd e. 

Li Başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyan, parastina şoreşa ku li wê derê hatibû lidarxistin cardin erka gelê Kurd tevahî ye. Ji bo vê, parçeyê herî mezin li Kurdistanê Bakur e. Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê de bi qasî ku Kurd ji hevdu re piştgir bin, bi qasî ku ji hevdu re bihêz bin dê dîrok careke din were nivîsandin, dê careke din li beramber hemû sîstemên ku bi salan e Kurd bêmaf hiştine mafê Kurdan çewisandine, bêîrade kirine, derveyî sîstemê hiştine êdî li beramberî wê dê bibe xwedî hêz û îrade. Baweriya me heye ku bi rexmî hemû zor û zehmetiyan û dijmeriya ku li bermaberî Kurdan çêdibe ew hişmendî, ew îrade Kurd dê careke din nîşan bidin. Nîşan jî didin. Pratîka wê heye. Rojane gav bi gav zanista Kurdan, îradebûn û bihêzbêna wê derdikeve holê. 

Ji bo civaka Kurdistanê, bi temamî gelên ku li ser axa Kurdistanê dijîn avakirin dibe merheleya herî zehmet a şoreşê. Em li Rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Herwiha li Bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî di van merheleyên de ne. Li aliyekî şoreşkirin e li aliyekî avakirin e. Di merheleya avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Vê xwe hem di dîrokê de jî diyar kiriye, di roja me ya îro de jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bo vê biqasî ku jin, ciwan hem xwedî ked in, hem xwedî fedakariyê ne, ew ê di avakirinê de jî bibin xwedî rol. 

Li ser vî esasî bi qasî ku li Bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çarederiya siyasî li pêş dikeve, ewqasî jî li parçeyên din ên Kurdistanê jî pêşeroja Kurdan dibe garantî. Hêza Kurdan li Bakur hêza hêzeke mezin e. Gava ku bikeve hereketê wek lehiyê diherike. Ji bo vê tevlîbûna vê pêngavê dê aştî û demokrasiyê bigihîne serkeftinê. 

Li ser vî esasî fedakarî û keda ku Rêber Apo heya niha daye û dide jî em bi germahî jidil silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve, pêngava siyasî dest pê bike, bizagon bibe divê hemû derfet û îmkan bikevin xizmetê. Em we cardin silav dikin. Newroza we pîroz dikin. Û em bawer in salên pêşerojê salên hebûna Kurdan e, salên misogerkirina maf û serweriya Kurdan e. Di vê çarçoveyê de di nav aramî û xweşiyê de, di nav aştiyê de ji bo ku hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî pîroz dikin. Cejna hemû dayikan, jinan, ciwanan pîroz dikin.

 

Federe Kürdistan Bölgesi Başkanı Nêçirvan Barzanî’nin mesajı: 

Xwişk û birayên hêja, amadebûyên birûmet, Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî, bi germî û ji dil, li hemû gelê Kurd û li we yên hêja pîroz dikim ku îro li vir, li Ameda rengîn ji bo pîrozkirina Newrozê kom bûne. Newroz ji bo me cejneke taybet e; sembola vejîn û îradeya jiyanê ye, her wiha nîşandana hêviyên miletekî ye ku her tim têhniyê azadî û pêkvejiyanê bûye. Hêvîdar im ev cejn ji bo hemûyan bibe sedema xêr û aramiyê.

Ev girseya we ya ku li Amedê bûye karekî salane yê ciwan, bi serê xwe; cejna jiyan û ciwaniyê û nîşana daxwaz û peyama gelê Kurd e ji bo biratî û qebûlkirina hevdu. Di demekê de ku em îro Cejna Newrozê pîroz dikin, em dixwazin piştgiriya xwe ya dilsozane ji bo aştiyê tekez bikin. Pêkanîna aştiyê li Tirkiyeyê karekî dîrokî ye û ji bo berjewendiya her du gelên Kurd û Tirk û tevahiya herêmê ye. Aştî; rêya yekane ye ku pêşerojeke geş ji bo nifşên me misoger dike. 

Em pir ji kevn de cîran û hevqeder in. Çarenûs û berjewendiyên me yek in. Tenê bi rêya pêkvebûn û aramiyê em dikarin bi ser astengiyan de bi ser bikevin û jiyaneke birûmet ji bo her kesî ava bikin. Li vir, spasi û destxweşiyê ji bo hemû wan gavan dubare dikim yên ku heta niha ji bo serêxistina aştiyê hatine avêtin. Em bi hêvî li van hewlan dinêrin û çavê me li gavên zêdetir e. Em li Herêma Kurdistanê, dîsa hemû hevkariya xwe ji bo serêxistina aştiyê nîşan didin û li benda bidawîbûna pevçûnan û bicihkirina aramiyê ne. Werin em hemû pêkve kar bikin ji bo ku di van rojan de, ku herêm di nav şer û pevçûnên dijwar re derbas dibe, aştî bibe rastiyeke hertimî. Newroza we pîroz be, her sal bi xêr û xweşî.

 

Kürdistan Yurtseverler Birliği (YNK) Başkanı Bafil Talabanî’nin mesajı:

Silav Kurd û Kurdistan! Silav hevalên ezîz! Silav ew zarokên xweşik ku li wir westane! Silav heval Abdullah Ocalan! Silav Serok! Cejna we ya Newrozê pîroz be! Înşela hûn her di cejnê de bin! Di vê dema hesas û giring de, yekrêzî em in, yekrêzî hemû Kurd in, yekrêzî her çar parçeyên Kurdistanê ye. Silaveke taybet û rêzeke taybet ji bo wan hemû aliyan ku beşdar bûne di wê pêvajoya aştiyê de ku cenabê heval Abdullah Ocalan dest pê kir. Înşela di dema herî zû de têm xizmeta heval Apo. Înşela em bernameyê bi yekîtî temam bikin. Înşela em di dema herî zû de azadiyê bibînin. 

Hûn hemû dizanin Yekêtî Niştîmanî Kurdistan her ji bo we bûye. Ez li vê derê sozê didim we ku ew dê her ji bo we be, her ji bo we xebatê bike û hûn hemû li ser ser û çavên me ne. Hûn dizanin tebîetekî min heye; ez tiştekî bibêjim, wê bi cih tînim. Li vê derê ez soz didim we hemûyan; hûn saleke din min bi vîdyoyê nabînin, ez ê saleke din di xizmeta we de bim. Her bijîn, cejna we pîroz be, li ser ser û çavên min!

21 Mart 2026